Balûken: Makezagona 1924'an ji nû ve xwe dide der

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji bo çêkirina Makezagona nû ya ji bilî HDP'ê; AKP, CHP û MHP beşdarî hevdîtinê wê dibin bertekên xwe nîşan dan û got, bi vî awayî dixwazin Makezagona 1924'an a ku li ser asasê rûhiyeta tekbûyînê hatiye avakirin ji nû ve rojane bikin.
Piştî hewldana derbeyê Serokkomar Tayyîp Erdoganî CHP û MHP'ê jî tevlî "Eniya Mûtabaqata Mîllî" kir û ji bo çêkirina Makezagona nû ji bilî HDP'ê, bi van partiyan re hat gel hev. Bo van hevdîtinan nedaxilkirina HDP'ê ya ku li Meclîsê partiya 3'yemîn e, derbareyê pêşeroja Tirkiyeyê de bû cihê nîqaşan.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûkan, li dijî nedaxilkirina HDP'ê ya bo hevdîtinên Makezagona nû bi awayekî tund bertek nîşan dan û dest nîşan kir ku îradeya ku 6 milyon deng girtiye nayê hesibandin û anî ziman ku bi vî awayî dixwazin ruhê Makezagona 1924'an ji 2016'an pê ve bi AKP, CHP û MHP'ê re ji nûve rojane bikin.
Vegeriyan 24'an
Balûken anî ziman ku piştî hewldana derbeyê wan wek HDP'ê bi awayekî zelal û bibiryar tewrê xwe dane der û wiha axivî: "Li gel vê jî, ji hêla blokeke nîjadperest ve nêzîkatiyeke binpêkirin û nedanîna têkilyan a bi HDP re tê bi pêş xistin. Hem wêneyên zîrveya pêşengan û hem jî wêneyên Yenîkapiyê, wêneyên ku tê wateya ku dê di pêşerojê de HDP bê heramkirin û têkilî pê re neyên dayîn. Ev nîşaneya nêzîkatiya ku dê eniya nîjadperest a ku ne li ser asasê aşitî û demokrasiyê, li ser asasê îmha, înkar û bişavtina ku ev 90 sal e pêk tê, tevbigere. Îro jî ruhê Makezagona 1924'an ji 2016'an pê ve ji aliyê AKP, CHP û MHP'ê ve tê rojanekirin."
'Tunekirina bindesta ye'
Balûken dest nîşan kir ku tewrê nedaxilkirina HDP'ê ya bo vê pêvajoyê di serî de kurd û elewiyan, bi giştî hemû kesimên bindest û kêmara binpê û tune dike û wiha got, "Ev hewldaneke ku careke din feraseta tekbûyîn, statokuyî, hegemonyaya navendî ya tundî li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Hemû derdorên aşitîxwaz baş dizanin ku dê li vir çareseriyek xwe nede der. Wek HDP heta roja îro di xebatên makezagonê de herî zêde teklîfên demokratîk me pêşniyar kiriye û di vî warî de em hatine pîrozkirin. Ev nêzîkatî, ji bilî geşkirina alozî, rageşî û xitimandina çareseriyê pêvtir ne tu tiştek e."
'Çareserî pêş nakeve'
Balûken anî ziman ku "Eniya Mûtabaqata Mîllî" hevdîtinên parvekirina dewletê pêk tîne û wiha axivî: "Hîn jî dewlet ji hêla van her sê partiyên siyasî, wek amûreke parvekirina îktîdarê tê dîtin. Bi her awayî nêzîkatiyên bi vî rengî ji hêla HDP'ê ve hatine redkirin. Heta ku bi formuleke wek dewlet û demokrasiyê, azadiya ferd û civakê esas neyê girtin, dê tu carî pirsgirkên ku xwe didin der çareser nebin."
(red)