DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Pêdivî bi Bloka Demokrasiyê heye'

 
9 Tebax
09:11 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevparên HDK'ê yê Stenbolê daxuyand ku eniya "yekîtiya neteweyî" ya li dora Qesrê kom bûne û pêdivî bi bloka demokrasiyê û îradeya wî heye.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê bi banga Qesrê ve AKP, CHP û MHP'ê eniya "yekîtiya neteweyî" ava kir. Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) yê Stenbolê ev rewş rexne kir û got ku pêdivî bi yekîtiyeke demokratîk heye.

Ji hevparên HDK'ê nûnera Kizil Dayanişmayê Meltem Servî, anî ziman ku CHP encama hişmendiya darbeyê ye û wiha got: "Ev helwesta CHP'ê tenê xapînok e. Ji bo hêza xwe ya demokratik li pişt xwe bihêle teqlekê dide xwe. Fitlonekê dide xwe. Lê ev hewldan û fitloneka wê dê encam bi dest nexe. Ev meseleya samîyetê ye. Dîrok dê rojekê vê rastiya samimiyeta wê berovajî bike. Bê nişan bide ku ev ne samiyeta ji dil û heqîqetê ye. Di qirîzên civakî de her dem têkoşîna civakî bi ser dikeve. Em dibînin ku ew qas aciz û bêcare ne darbeyê jî dikin firsenda zordariyê. Lê dîrok dê hesap jê hesap bipirse. Di ve serdemê de bêtir pêdivî bi bloka demokrasiyê heye. Em bang li hemû beşên civakî û siyasî dikin ku di bi baneyê vê bloka demokrasiyê de bibin yek. Divê em milê xwe bidin hev û bibin yek.

Altan: Dixwazin dewletê rizgar bikin

Berdevkê HDK'ê yê Stenbolê Şamil Altan jî anî ziman ku di "Mîtînga Demokrasî û Şehîdan" a qada Yenikapi de hemû partî bûn yek. Wekî xêlî jî navê demokrasiyê pêdakirin. Erdogan bi awayekî aşkere ber bi rejîma fâşîst ve diçe. Hewldana darbeyê ji aliyê hevparên AKP'ê ve pêk hat. Berî darbeyê talankirin, wêrankirin û rûxandina li bajarên Kurdistanê berdewam dikir. Komkujî pêk dihatin. Niha dixwaze vê êrîşa we li diji hemû hêzên demokrasiyê pêk bîne. Ji bo rejima xwe ya Serokdewletbûnê têxe meriyete dixwaze piştî darbeyê partiyên din jî bide pişta xwe. Em bi talûkeyên mezin re rû bi rûne. Heldana Erdogan, qesrê û dewletae ku perçe dibe ji ber ve yekê ye. Erdogan di nokteya herî lawaz û bêhêz de ye. CHP wekî partiya dewletê bi projeyên faşîst derdikeve pêşerî me.


Hemû hêzên demokrasiyê bi têkoşîna kurdan re bibin yek

Altan, xwest hemû hêzên demokratîk hêza xwe bi têkoşîna gelê kurd re bike yek û tekoşîna demokrasiyê xurt bikin. Divê hemû hêzên demokratik bloka Demokrasiyê xurt bikin û di bin Baneya Bloka Demokrasiyê de bên cem hev.

Koç: Bloka li dijî kurdan û şoreşgeran e


Ji hevparên HDK'ê û Nûnerê Banga Ji bo Cîhanek Nû Huseyin Koç anî ziman ku bi mîtînga Yenikapi eniya AKP, CHP, MHP'e li diji bloka şoreşgeran û kurdan bûn yek. Ev nîşan dide ku hemû berçeyên têk çûne li tirkiye dibin yek. Koç, da zanîn ku ev hêza mîtîngê li dijî hêza kurdan û hêza şoreşger bûne yek û ev jî nîşana mezinbûna hêzên demokratîk û têkoşîna kurdan e."

Haçikoglu: Faşizmi yeniden diriltmek istiyorlar

Rêveberê DBP û hevparê HDK'ê Arto Haçikoglu jî anî ziman ku ev hevparên mîtînga Yenîkapi di 7'e Hezîranê de bûn yek li dijî "Projeya Neteweya Demokratîk" hêza xwe kirin yek. Haçikoglu, da zanîn ku ev mîtinga bi navê "Demokrasiyê" xapandina gel e û projeya derewan a Qesrê ye. Haçikoglu, destnîşan kir ku hewldana wan ewe ku pergala faşîzmê ji nûve zindî bikin.

Saygili: CHP û MHP'ê xizmeta Qesre kirin

Serokê Limter-Îş'ê Kamber Saygili jî anî ziman ku CHP û MHP perçeyên biçûk ên Qesrê ne û ketine şopa Qesrê û îtîata Qesre dikin.

Saygili, destnîşan kir pêwiste hemû hêzên demokratîk li dijî pergala OHAL'ê bibin yek û bêtir li dora eniya Bloka Demokrasiyê xurt bikin û bi rêxistin bikin.

Endama HDP'ê Nazife Şengul jî xwest bêtir kedê bidin û bêtir bêtir derkevin qadan û tev li têkoşînê bibin.

(sa/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN