21 akademîsyenên ji peywirê hatin dûrxistin li Meclîsê hatin nîqaşkirin

ENQERE (DÎHA) - HDP ji Serokwezîr Bînalî Yildirim 21 akamîsyenên Zanîngeha Anadolûyê yên ji ber belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmzekirin û ji peywirê hatin dûrxistin, pirsî.
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar rewşa 21 akademîsyenên Zanîngeha Anadolûyê ya Eskîşehîrê yên ji ber belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmzekirin û piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji peywirê hatin dûrxistin, li Meclîsê nîqaş kir.
Sancar bi daxwaza Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne bi awayekî nivîskî pêşniyazname berpêşî Serokatiya Meclîsê kir.
Sancar, di pêşniyaznameyê de ev pirs ji Serokwezîr Yildirim pirsîn:
*20 akademsîyenên ku derbareyê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û dixebitîn, çima piştî 7 meh û 17 rojan wek xetere hatin dîtin?
*Kesên ku ji bo aşitiyê belavoka akademîsyenan îmze kirin û pişt re bi pêkûtiyên zanîngehê îmzeya xwe paş ve kişandin, heta hin ji wan her çiqas belavok îmze nekirine jî, lê sirf ji ber endamê Egîtîm-Senê ne rastî pêkanînên ciyawaz tên. Gelo ev çiqas li azadiya îfadekirinê, azadiya rêxistinbûînê û xwesriya zanîngehan tê?
*Piştî pêvajoya hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, di baregeha xebatên 'paqijkirinê' de akademîsyenên ku tu eleqeya wan bi hewldana derbeyê re tune ye ku wek akademîsyenên muaxlif û sendîqal tên zanîn, gelo dûrxistina wan î ji peywirê tê wateya mudaxileya xweseriya zanîngeh û azadiya îfadekirinê? Gelo zanîngeh ber bi homojeniyeke îktîdarî ve diçin?
(red)