DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksekdag: Dê riya wan li Yenîkapiyê bi dawî bibe

 
7 Tebax
15:22 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Mêrsînê bi berdevkên partiyan re hatin gel hev, diyar kir ku piştî hevkariya ku ji hêla AKP'ê ya li dijî kurdan hatibû avakirin belav bû, niha li pey nijadperestan e û ev tişt got: "Bi şova li Yenîkapiyê rojê derbas ikin. Lê dê ev jî zêde nejo, di demek kurt de ev ê jî belav be. Riya wan dê li Yenîkapiyê bi dawî bibe."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di civîna ku li Mêrsînê ji hêla partiya wan ve hatibû lidarxistin û gelek berdevkên partiyan beşdar bibûn de axivî. Civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenîzê hat lidarxistin de, parlamenterên HDP Nadir Yildirim û Mehmet Mîr Dengîr Firat û gelek kes beşdar bûn. Yuksekdag li vir axivî û aşkera kir ku HDP bi gel re bûye yek.

'Ocalan guhdar bikirana...'

Yuksekdag da zanîn desthilatdariya siyasî dixwaze bi çek û tundiyê gel bi rêve bibe û wiha axivî: "Kesên gotin 'em neyên dê derbe bên welat' derbe anîn welat. Ev derbe ne nû ye. Di 7'ê Hezîranê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd û muzakereyê derbe hat kirin. Tecrîda ji 5'ê Nîsanê vir ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, derbeye. Birêz Ocalan ev rewşa îro gelekî baş dîtibû. Heke guh bidana dê rewş nehata vir."

'Bi OHAL'ê tu tişt çareser nabe'

Yuksekdag bi lêv kir ku îlan kirina OHAL'ê ya li dijî derbeyê wekî çareseriyê dibîne, dê bi OHAL'ê tiştekî bi dest nexin û wiha pêde çû: "Bi riya OHAL'ê hemû bajarên kurdan hatin qedexekirin, lê bi serneketin. Ji ber ku daxwazên gel ne şerkirin, aştî anîn e."

Yuksekdag diyar kir ku desthilatdariya siyasî li dijî gelê kurd bi hin hêzan re hevkarî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevkariya dij kurd piştî salekî wekî derbe li wan vegeriya. Li dijî derbeyê hevkariyeke dij kurd bi nijadperestan re tê avakirin. Di pêvajoyeke wiha de mutabaqatek avakirin û hersê hatin gel hev. Li gel aliyê çaremîn hatin gel hev. Mutabaqateke nijadperest a nû ava dikin. Lê ew ê jî hilweşê. Bi şova li Yenîkapiyê rojê xilas dikin. Lê dê ev zêde nejo dê ji hev belav be."

'Cihê kurd lê nebe dê hilweşê'

Yuksekdag destnîşan kir ku di avakirina hevkariya nû de HDP ji derve hatiye hiştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibêjin 'me HDP li derve hişt. HDP harîcî ye.' Dê HDP tu carî di nava we de cih negire. Ji bo wê 3 partî hatin gel hev û mutabaqateke nû ava kirin. Dê riya wan li Yenîkapiyê bi dawî bibe. Lê dê riya me her dem berdewam bike."

Piştî axaftinên Yuksekdag civîn ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN