DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Guven: Heta Ocalan azad bibe emê her li qadan bin

 
6 Tebax
21:53 2016

SÊRT (DÎHA) - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven beşdarî mitînga li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bû û wiha got: "Azadiya Ocalan azadiya jina kurd e. Heta Ocalan azad bibe ew dê her dem li qadan bin."

Rêxistinên KCD, HDP, KJA û DBP, bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya Ocalan bixwazin bi silogana “Ji darbeyan re na, Demokrasiya Radikal" mîtîng pêk anîn. Di mitîngê de bi deh hezaran welatiyên Sêrtê amade bûn. Girsê di mîtîngê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” berz kir. Di mîtingê de Wekîla Seroka TBMM'ê û wekîla HDP'ê Pervin Buldan axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Buldan, anî ziman ku ew li dijî hemû cureyên darbeyan in û xwest demokrasiya radîkal pêş bikeve. Buldan, da zanîn ku bi OHAL'ê darbe xelas nabin û darbe bi darbeyek din çareser nabe. Buldan anî ziman ku hilbijartina 7'ê Hezrianê, 1'ê Mijdarê ji darbeya siyasî ye xwes her kes li dijî darbeyan dengê xwe bilind bike. Buldan, herî dawî anî ziman ku Tirkiye ketiye pêvajoyek tarî û ancax Ocalan Tirkiye ji vê rewşê rizgar bike. Buldan bang li AKP'ê kir û xwest rê li pêş Ocalan veke û hevdîtin dest pê bikin.

Guven: Heta Ocalan azad bibe em li qadan in

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî di mîtîngê de axivî û wiha got: "Azadiya Ocalan azadiya jina kurd e. Gelê kurd azadiya xwe diazadiya Ocalan de dibîne. Heta Ocalan azad bibe ew dê her dem li qadan bin." Guven, da zanin ku gelê kurd bi bedelên giran hat îro û dê îro bêtir li van bedalan xwedî derkevin û wiha berdewam kir: "Gelek dayikên me hatin qetilkirin. Li dijî civakê êrîşên dijwar pêk hatin. Heta ku em agahî ji Ocalan negirin em naçin malên xwe. Em wekî jina kurd dibêjin heta Ocalan azad nebin em qad û kolanan terk nakin.

Ji kurdan re berxwedan maye

Hevseroka Gişti ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku ew li dijî darbe û OHAL'ê ji bo parastina azadiya xwe li qadan in û wiha got: "Di helbesta Newala Qesaba de gotina rewşenbirê kurd û rojnamegerê kurd Musa Anter heye. Dibêje “Qulekî xwedê jî dengê me nedibihîst. Tenê berxwedan mabû ji me kurdan re. Bes e loo' Em jî li dijî zilmê fêrî berxwedanê bûn. Em di ber xwe didin û em dê bi ser bikevin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN