DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksekdag: Tecrîda Îmraliyê bi xwe re darbe anî

 
1 Tebax
21:28 2016

EDENE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di mîtînga li Edeneyê de diyar kir ku di serdema 2,5 salên hevdîtan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ew qas şer û kuştin çênebû û kengî li Îmraliyê tecrîd pêk hat şer zêde bû û herî dawî darbe pêk hat. Yuksekdag, destnîşan kir ku ew dixwazin disa welat li ser qada demokratik ava bibe û tecrîd bi dawî bibe.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li dijî darbe, OHAL û tecrîdê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi silogana "Ji darbeyan re na, anaha demokrasî" pêk anîn. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Li qada mîtîngê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê hatin vekirin. Jinan bi cilên xwe yên rengîn qada mîtîngê neqişandin.

Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn, ji bo kesên di têkoşina aştî û demokasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê girsê bi yek dengî "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bila tecrîda li Îmraliyê rabe" berz kirin.
Di mîtîngê de dema Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat qada mîtîngê coşa girsê derket asta herî jor. Wekila HDP'ê Meral Danış Beştaş, endamên meclîsa HDP'ê hevserokên HDP'ê yên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniye derketin ser dikê û gel silav kirin. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Hüseyin Beyaz, diyar kir ku ew li dijî hemû darmeyan in xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.


'Bi deh hezaran ji bo demokrasiya rastîn li qadan e'

Yuksekdag, anî ziman ku bi deh hezaran gel derdikevin qadan û demokrasiyê dixwazin û wiha got: "Di gelek mîtîngan de gel li kolanan dibêjin 'Ji hemû darbeyan re na. Dibêjin demokrasiya rastîn em niha dixwazin. Li çar aliyê Tirkiye gel demokrasiya rastîn dixwaze. Em dibêjin silav ji gelê Edeneyê re ku destûr neda darbeya 15ê Tîrmehê.

Yuksekdag destnîşan kir ku AKP'ê salek e pergala darbeyê li Kurdistanê xistiye meriyetê û wiha axivî: "Gelê ku tu carî li dijî darbeyan serî netewandiye, her dem li dijî OHAL'ê di ber xwe daye. Em bi salan in darbeyan red dikin. Piştî 7'ê Hezîranê darbeyên herî dijwar bi serê me de hatin. Em kurd, elewî û nasnameyên cuda piştî 7'ê Hezîranê rastî darbeya dijwar hatin.


Yuksekdag, hevditina Serokomar Erdogan a bi CHP, MHP û AKP'ê re jî rexne kir û wiha got: "Ev nişan dide ku li Tirkiye tenê partiya muxalif em in. Pir şikir ku em ne wekî we ne. Yên ku îro me tev li xwe nakin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye. Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye. Erdogan Tirkiye xistiye vî halî. Lê her kes dizane temînata pêşeroja Tirkiye Birêz Abdullah Ocalan e. Di serdema 2,5 salên hevdîtan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ew qas şer û kuştin çênebû û kengî li Îmraliyê tecrîd pêk hat şer zêde bû û herî dawî darbe pêk hat. Em dixwazin disa welat li ser qada demokratik ava bibe û tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin îmralî bê girtin û rê li pêş siyaseta demokratîk vebe."

Di mîtîngê de gelek polîs xwest bi maşîneyên zirxî û TOMA têkevin qada mitîngê girsê bertek nîşanî polîsan da û siloganên "Biji Serok Apo" berz kir. Girse meşiya ser polîsan û polîs dîsa paşve kişiyan. Girsê piştî axaftina bi govend û siloganan qada mitîngê vala kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN