DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Dawîanîna li tecrîdê gava yekemîn a diçe aştiyê ye'

 
1 Tebax
14:17 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu û Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleya Xirab û Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku peywîra xwe bîne cih.

Hevberdevkên HDK'ê Ertugrul Kurkçu û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, piştî hewldana derbeyê û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Stenbolê daxuyanî dan. Daxuyaniya li avahiya HDK'ê de hat dayîn de Kurçku der barê tecrîdê de agahî da û banga hesasyetê kir.

Kurkçu destnîşan kir ku piştî hewldan derbeyê fikarên der barê Ocalan de ne tenê gelê kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dixe nava fikaran, di demeke ku meclis hatibe bombekirin de dê li Îmraliyê çi biqewime kes nizane. Kurkçu li ser 'Nobedên azadiya Ocalan' ên li gelek bajaran hatiye destpêkirin jî sekinî û aşkera kir ku divê der barê tenduristiya Ocalan de CPT bikeve nav hewldanan.

Kurkçu got "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan demil dest bê bi dawîkirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê li darxistin, ji bo astengî bên rakirin em Wezareta Edaletê û hikûmetê hişyar dikin."

'Birêz Ocalan di hedefa derbekaran de ye'

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji 5'ê Nîsana 2015''an de hevdîtinên li Îmraliyê bi awayekî nepêbawer hatine astengkirin, ji ber vê ew ji rewşa Ocalan gelekî bi fikar in û ev tişt got: "Di hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de Birêz Ocalan di hedefa derbekaran de bû. Dîsa gelek leşkerên ku dixwastin li dijî Îmraliyê êrîşekî pêk bînin û gelek agahiyên di vê der barê de hatin weşandin."

Koçyîgît destnîşan kir ku riya ku diçe aştiyê bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan re derbas dibe û bang li tevahiya hêzên demokratîk kir ku ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bikevin nav tevgerê û tecrîdê bidin bi dawîkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN