DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Li Enqereyê tengijîna sîstemê!

 
1 Tebax
09:26 2016

ENQERE (DÎHA) - AKP û Erdogan hewldana darbeyê hince dide nîşandan û di sistemê de li gorî berjewendiyên xwe guhertinan pêk tîne, HDP dixwaze sîstem bi awayeke demokratîk bê veguherandin, CHP jî dixwaze ev veguherandin bi awayeke lihevkirinê pêk bê. Jibilî vî CHP'ê îdiayên de barê guhertina sîstemê de "Li Beştepeyê lihevkirin pêk hatiye" derewand û dixwaze MÎT û Serfermandariya Giştî bi meclîsê ve bên girêdan.

Serokomar Tayyîp Erdogan geşedanên hewldana darbeyê wekî "lutfekî xwedê" bi nav kir û bi îlankirina OHAL'ê re jî hewldanên ku sîstemê diguherîne pêk tîne. Heka niha li gelek saziyên dewletê guhertinên krîtîk pêk hatin, artêş ji nû ve tê sazkirin herî dawî jî tê xwestin MÎT û Serfermandariya Giştî bi Serokomariyê ve bê girêdan.

Biryara guhertina sîstemê gelo li Beştepeyê hat girtin?

Herî dawî Serokomar Tayyîp Erdogan di bernameyeke televîzyonê de got ku dê sîstemê biguherînin û careke din sîstema serokatiyê anî roevê. Di warê guhertina sîstemê de wekî li zîrveya Beştepeyê lihevkirinek pêk hatiye de îdiayên cidî jî hene. Lê rayedarên CHP'ê ev yek derewandin û dibêjin ku tenê daxwaza wan lêgerîna lihevkirinê ye, konsesus jî divê li meclîsê bi beşdariya hemû partiyan pêk bê.
'MÎT û Serfermandarî bila bi meclîsê ve bê girêdan'

Têkîldarî mijarê Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê sîstema parlamenteriyê bê xurtkirin, krîza sîstemê jî ancax li meclîsê li hevkirina hemû partiyan dikare pêk bê. Ozel got ku ew naxwazin MÎT û Serfermandariya Giştî ya Artêşê bi Serokomar ve bê girêdan û têkîldarî qelsiyên îstixbaratê jî wiha got: "Li Pirsûsê zarokên me mirin, di qatlîama Enqereyê de me bi sedan mirov winda kir. Di teqîna Stenbolê de mirovên me mirin. Dema ku me wê demê got di îstixbaratê de qelsî heye yên ku digotin 'na tuneye' (serokomar) niha agahiya darbeyê ji zavayê xwe girtiye. Serfermadariya Giştî ya Artêşê jî 13 salan dema ku serokwezîr bû bi wî re girêdayî bû. Piştî 13 salan rewşa ku em di tê de ne diyar e. Pevçûn kurtir bû. Em her roj şehîdan didin, zarokên vî wilatî jiyana xwe ji dest didin. Dema ku Serfermandariya Giştî bi wî vê bê girêdan dê dê çi bê guhertin? Wekî ku Einstein gotiye 'heman şaşîtiyan kirin lê li benda encamên cuda mayîn exmeqî ye'. Meclîsa ku hemû partî tên temsîlkirin divê kontrola MÎT û Serfermandariya Giştî ya Artêşê di destê xwe de bigire."

Gel rêveberê teslîmî AKP'ê kir AKP'ê jî teslîmî cemeatê kir

Ozel bilêv kir ku cemaet hincet tê nîşandan û bi vî rengî sazkirina artêşê jî dibe sedema fikaran û nirxandina "Cemaetek valakirin û bi yekî din vê artêş tijîkirin dê pirsgirêkê çareser neke" kir. Ozel wiha axivî: "HEke Erdogan samîmî ye divê sîstemekî şefaf û li gorî liyaqatê pêk bîne, vegurîne sîstemekî bi vî rengî. Gel beriya 14 salan îxtidar teslîmî wan (AKP) kir wan jî rêveberiya welat teslîmî cemaetê kirin."

HDP: Heke guhertina sîstemê nedemokratîk be dê darbeyên nû bê

HDP a ku demokratîkbûna sîstemê diparêze jî diyar kir ku demokratîkbûna sîstemê wan û beşên din ên civakê li derveyî vê hiştinê pêk nayê ev yek jibilî krîzê dê tiştekî bi xwe re neyne. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî têkîldarî guhertina sîstemê diyar kir ku jinûve sazkirin divê wekî keysperetiyê nebe, ev yek nayê qebûlkirin. Bîlgen anî ziman ku divê riyên lihevkirinê bê vekirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN