DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demirtaş: Em ji her demê bêtir bi hêz, bawerî û biryar in

 
31 Tîrmeh
20:10 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di mîtînga Amedê de diyar kir ku ew li hemberî hemû darbeyan in û wiha got: "Em dixwazin dîsa muzakere dest pê bikin. Girtîgeha Îmraliyê ji holê be rakirin. Îro asta ku em gihiştinê gelê kurd ji her demê bêtir bi hêz e û ji her demê bêtir bibawerî û biryar e.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di mitînga Amedê de derket pêşberî deh hezaran û diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku îro li qada 5'ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) li hemberî deh hezaran gelê ku dilê wan ji bo azadiyê davêje ye. Demîrtaş, anî ziman ku sala par di 5'ê Hezîrana 2015'an de dema axaftin dikir komkujî pêk hatibû û wiha got: "Ez berî her tiştî kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dan bibîr tînim. Di şexsê Lîsa ku 2 piyên xwe winda kirin de hezkirina xwe bi hemû kesan re parve dikim. Em îro bi vîn, biryar û baweriyek hîn xurttir li qadan in. 3 roj berê li Qamişlo DAÎŞ'ê hovîtiyek mezin pêk anî. Li ser navê îslamê şer dikin lê komkujiyan pêk tînin. Têkoşîna meya li dijî vana dê heta dawî bidome."

‘Azadiya gelê ku pêşiya xwe zane nêzîk e'

Demîrtaş, anî ziman ku ew bi silogana “Ji darbeyan re na, em niha demokrasiyê dixwazin" li qadan in û wiha axivî: "Gelê kurd dizane ku bi kuve diçe. Jiber vê yekê azadiya wî nêzîk e. Gelê Amedê pêşeroja xwe û rêça xwe zane. Heta niha li Tirkiye gelek darbe pêk hatin. Herî dawî di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê pêk hat. Em li dijî darbeyan tevan derdikevin. lê ev nayê wateyê ku em hevkar û alîgirên AKP'ê û Erdogan in. Dijberiya darbeyan demokrasî ye. Em her dem li diji darbeyan derketin û em dê her dem li dijî darbeyan derkevin. Em hem li dijî darbeyan û hem ji li dijî diktatoriyê ne. HDP ji bo aştî û demokrasiya rast bi deh hezaran derdikeve kolanan, lê medya serdest saniyekê cih nadin mîtîngên me. Bi hezaran derdikevin kolanan û aştî u demokrasiyê dixwazin. Lê ev girse ji bo wan ne bi qîmetê nûçeyan e. Lê yên wan 100 kes li hev kom dibin bi saetan weşanên zindî didin. Ji ber ku wekî leylegê serê xwe xistiye bin baskê xwe. Kor û ker bûye. Me gotibû dinya bi dore."

'Aqilekî har û hov Enqere bi rêve dibe'

Demîrtaş, destnîşan kir ku di nava 81 bajaran de waliyekî elewî tune û wiha got: "Qeymeqam, walî û rektorekî ku xwe kurd zanibe û hîs bike tune ye. Li Enqereyê aqilekî hov û har heye. Divê li meclîsê Komîsyona Komora Demokratîk têkeve nava tevgerê. Werin em bi hevre aştî û demokrasiyê ava bikin. Edalet ji bo her kesî lazim e. Yên ku duh îşkence dikirin û mirov dikuştin îro tên darizandin. Lê em naxwazin îşkence li wan bê kirin. Em nikarin bi kîn û nivrînê nêzî hev bibin."

‘Bila pergala Îmraliyê rabe'

Demîrtaş, destnîşan kir ku îro dîsa li cihê komkujî lê pêk hat mîtîngê pêk tîne wiha berdewam kir: "Îro em ji her demê bêtir bi hêz û biryar in. Li gel ew qas zilma dijwar dîsa em li ser piyan in. Em dîsa dibêjin riya çareseriyê diyalog, mase û muzakere ne. Ji ber vê yekê em dibêjin bila pergala Îmraliyê bi dawî bibe. Bi dîlgirtina Birêz Ocalan ev pirsgirêk çareser nabe. Rêberê Gelekî ku biryara herî rast daye û sekna herî xurt nîşan daye heye. Li dijî rêberê gelekî tecrîd tê meşandin. Hûn bi vê tecrîdê nikarin çareseriyê bikin. Em ji bo aştiyê bang li her kesi dikin. Daxwaza me ya ewil berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Bila pergala Îmraliyê rabe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê darbe berdewam bikin. Berpirsiyarê darbeyan hûn bi xwe ne. Zarokên hemû welatî ji bo me bi qîmet in. Em naxwazin tu kes bên kuştin. Ger ku bên kuştin jî bila em siyasetmedar bên kuştin. Bila zarokê vî gelî neyên kuştin. Her kes dayik, bav xwik û birayê wan heye. Bila li şûna wan em siyasetmedar bimirin."

Demîrtaş bertekên li dijî hendekan jî rexne kir û destnîşan kir ku di xwezaya hemû zindî de paratin heye û her kes li diji êrîş û tundiyê xwe diparêze û wiha berdewam kir: "Dema me digot tang û topan rawestîne hûn li dijî me derdiketin. Dema me got em şer xesal bikin we em wekî Xayin bi nav kir. Lê îro bi şev û roj gel derdikeve kolanan. Yên ku duh operasyon bi rêve dibir we ew wekî kahraman îlan kir lê piştî li diji we darbe pêk anî we ew girtin. Divê îxtîdara AKP'ê derkeve û lêborîna xwe bixwaze. Maşînên şaredariyê dane pêş maşîneyên leşkerî. Li pêş leşkeriyê li ber tankan xendek kolanin. Ka we digot xendek îxanet e. Îro hûn xendekan dikolin. Xendek ji bo we rewa ye, lê ji bo yên din ne rewa ye. Divê êdî hûn fam bikin û parastina rewa çiye. Bi salan in em di nava OHAL'ê de mezin bûn. Em dibêjin xwedê OHAL û darbeyê nine serê dijmin. Hêj gel li kolanan aştiyê dixwaz. Îro kolan heqîqetê nîşan didin. Wêneyên kolanan heqîqetê û rastiyê derdixin pêşberî me. Kolan rastî heqîqet û cewher e. Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan em derkevin koanan. Em dê sibê li Wanê bin. Dema Şehy Sait hat darvekirin got dê neviyê min hsapê vê yekê bipirsin."

Pişti axaftina Demîrtaş mîtîng bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN