DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Dîlek Ocalan: AKP'ê bi tecrîda li Îmraliyê dest bi şer kiriye

 
31 Tîrmeh
09:02 2016

RİHA (DİHA) - Wekîla HDP'ê ya Rihayê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan, diyar kir ku îktîdara AKP'ê pêvajoya muzakere û diyalogê wekî "koz" û "mijûlkirinê" bikar tine û wiha got: "Ji ber ku ev pêvajo hatiye xitimandin di nava salekê de gelek welatî hatin qetilkirin. Gelek bajar ji ber şer hilweşiyan. AKP'ê ewil şer li Îmraliyê da destpêkirin û li Kurdistanê belav kir. Ji bo aşti û çareseriyê jî divê beri her tiştî tecrîd rabe û muzakere dest pê bikin.

Nobeta Azadiya Ocalan li navçeya Xalfetiyê ya Rihayê berdewam dike. Wekîla HDP'ê ya Rihayê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan jî ji bo Azadiya Ocalan di nobetê de ye. Dilek Ocalan ku nobeta Azadiya Ocalan digire li ser polîtikayên AKP'ê yên li Îmraliyê axivî. Dîlek Ocalan diyar kir ku îktîdara AKP'ê pêvajoya muzakere û diyalogê wekî "koz" û "mijûlkirinê" bikar tine. Ocalan, destnîşan kir ku AKP'ê li Îmraliyê bi tecrîdê dest bi şer kiriye û ji Îmraliyê de dest bi şer kiriye û wiha got: "Ji bo baweriya gelê kurd û tirkiye ya li hemberi pêvajoya çareseriya demokratîk pûç bike, şerekî dijwar da destpêkirin. Di sala dawî de gelek welatî hatin qetilkirin. Gelek bajar hatin rûxandin. Şerê ku bajar xerakirin ji aliyê AKP'ê ve li Îmraliyê dest pê kir. Em der barê ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan ne ne xwedî agahî ne. Der barê rewşa Ocalan de piştî hewldana darbeyê daxuyaniyên cuda hatin dayîn. Ev bêtir me dixe nava fikaran. Divê em hem malbat, hem parêzer û hem jî heyetek serbixwe demek berî demekê karibin biçin Îmraliyê. Ji ber vê yekê em dixwazin rê li pêş me bê vekerin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyek mayinde divê rê li pêş hevdîtinê bê vekirin, şert û mercên Birêz Ocalan bên rastkirin û Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe."

'Bi tecrîdê pirsgirêk bêtir xetimî'

Dîlek Ocalan, destnîşan kir ku bi terîda li ser Ocalan pêvajo bêtir xetimî, şer bêtir geş bû û ji aliyê AKP'ê ve li gelek qadan darbe pêk hat û wiha axivî: "Bi tecrîda li Îmraliyê pirsgirêk bêtir kûr û kor bû. AKP ji bo pirsgirêkê kûr bike her tiştî dike. Îktîdara AKP'ê dixwaze kurdan bêçare bihêle. Dixwaze hêz, vîn û berxwedana kurdan bişkîne. Dixwaze kurdan ji daxwaza wan a "Xwerêveberiyê" dûr bixe."

Ocalan, herî dawî da zanîn ku gelê kurd bi van politîka û êrişan dest ji daxwazên xwe bernadin û di vê rêya demokratî û azadiyê de bedelên giran dane û tu carî ji van daxwazan nayên xwar. Ocalan, bibîrxist ku dewlet rastiya Ocalan a li ser civakê baş zane û di şexsê Ocalan de hemû civakê tecrîd dike û şer li ser hemû beşên civakê dimeşîne. Ocalan bang li heyeta CPT û cemaweriya Tirkiye kir û xwest li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin. Ocalan xwest demek berî demekê tecrîd û polîtîkayên li ser Ocalan tên meşandin bi dawî bibin û dîsa vegerin pêvajoya çareseriya demokratîk û muzakereyên demokratîk.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN