HDP xwest 'Komîsyona Komara Demokratîk' bê avakirin

ENQERE (DÎHA) - HDP'ê bi boneya jiyanek li ser bingeha nasname azad, demokratîk û wekhev, ekolojîk pêş bikeve xwest Komîsyona Komara Demokratîk bê avakirin. HDP'ê ji bo daxwaza wê têkeve meriyetê pêşniyarnameya zagonê da meclîsê.
Serokwekîlên Koma HDP'ê Îdris Baluken û Çaglar Demirel, bi boneya Komîsyona Komara Demokratîk bê avakirin pêşniyarnameya zagonê da meclîsê.
Serokwekilên Koma HDP'ê, di sedema daxwaza xwe de diyar kirin ku li Tirkiye yekem car belgeya şênber a hiqûqî û siyasî Qanûna Esasî ya 1921'an e û wiha gotin: Qanûna Esasî ya 1921'an hem di serdema xwe de û hem jî j bo nava Tirkiye nasnameyên hemû hêzên hundirê xwe diparast û hembêz dikir. Wekî metnê makezagonê di dîrokê de cihê xwe girtiye. Qanuna Esasî ya 1921'an bi Qanûna Esasî ya 1924'an hatiye pûçkirin. Qanûna Esasî ya 1924'an bi xwe re komkujî anî. Zordarî, serdestî û îxtidar bi xwe re anî. Bû qanûna serdestiya civakê. Li pey xwe êş, xwîn û hestir hiştiye. Li pey xwe komkujiyên Agirî, Zîlan, Şeyh Sait, Dersim anîye. Darbeyên salên 1960-1971-1980-28 Sibat -27 Gulanê berhemên vê zagonê ne.
Di diroka siyasî ya Tirkiyeyê de li aliyekî bi darbeyên leşkerî darvekirin pêş ketine, li aliyê din bi ceribeyên Serokwezîr mirovên sivîl û bê parastin hatine bombekirin û bi balafirên şer hatine kuştin. Ji ber aliyê de pirsgirêka demokratîkbunê derdikeve holê. Bi her awayî pirsgirêka nasname, çîn, ekolojiyê derdikeve holê. Ji ber vê yekê divê li ser esasê wekheviya nasname, jiyana azad û wekhev a demokratîk komîsyona Komara Demokratîk bê avakirin. Dîvê heviyên ku di Muzakere û mutabakata Dolmabahçe de derketin pêş ji nûve pêş bikeve. Divê dîsa hewldanên çareseriyê pêş bikevin. Piştî 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde Serokomar hevdîtna bi Ocalan re red kir û hevditin hatin qutkirin hevdîtina bi Ocalan re hat qutkirin. Qutkirina hevdîtinê rageşiya li hemberî hev zêde kiriye.
Piştî Hilbijartina 7'ê Hezîranê "Qedexeyên derketina kolanan" dest pê kiriye. Mafên mirovan hatiye rawestandin. Pêkanînên ku bi sedan salan di aqilê mirovan de bê hiştin pêk hatine. Di vê pêvajoyê de komkujiyên mezin pêk hat. Di salek dawî de 17 bombekarên zincî çalakî pêk anîne. Di êrîşên bi bombeyi de 298 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka kurd bi rêbazên leşkerî, bi rêbazên înkar û îmhayê çareser nabin. Ji ber vê yekê em dixwazin Mutabakatên Dolmabahçe ji nûve têkevin meriyetê. Hemû gel û saziyên civakî li dijî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê rawestiya ye û destûr nedaye vê yekê.
Ji bo avakirina Komara Demokratîk pewiste di bin baneyê Parlamento de xebatên çalak bên meşandin. Li gorî vê yekê em dixwazin ku Komîsyona Komara Demokratîk di bin baneyê Meclîsê de bê avakirin."
(mae)