DBP: Xwedî li berxwedana Rojava û Qamişloyê derkevin
AMED (DÎHA) - Navenda Giştî ya DBP'ê bi daxuyaniyekî kumkujiya li Qamişloyê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin şermezar kir. DBP'ê bang li qada navneteweyî kir ku xwedî li gelê kurd ê Rojava û Qamişloyê derkevin.
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi daxuyaniyekî hovîtina çeteyên DAIŞ'ê ya li Qamişloyê li dijî welatiyên livîl pêk anî şermezar kir. DBP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşa namerdane de gelek welatiyan jiyan xwe ji dest daye, bi vê hovîtiyê sûcê mirovahiyê hatiye kirin.
DBP'ê di daxuyaniya xwe de piştrast kir di serî de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojava û li gelek deverên cîhanê bi hevkariya hin hêzan pêk tê û di dewama daxuyaniyê de ev tişt got:
"Heta ev hevkariya qirêj di hemû qada navneteweyî de neyê çareser kirin, dê ev çeteya dijminê mirovahiyê her dem komkujiyên bi vî rengî pêk bîne. Gelên Rojava li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke mezin da û ev têkoşîn berdewam dike. Bi hezaran zarokên xwe di şerê van hovan de winda kir.
Ev çeteyên ku derbên giran li Minbicê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG'ê dixwin, hewldidin xwe bi hevkarên xwe re bikevin nav hewldanên cuda. Ev jî bi komkujiyên li dijî sivîl û gelê belengaz xwe dide der. Em bang li tevahiya gelê xwe û qada navneteweyî dikin ku xwedî li gelê kurd ê Rojava û Qamişloyê derkevin. Em careke din berxwedana gelê Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê silav dikin."
(ms)