DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Li 8 bajaran mitîngên HDP'ê tên lidarxistin

 
27 Tîrmeh
16:35 2016

ENQERE (DÎHA) - Dê bi beşdariya hevserokên HDP'ê mitînga "ji derbeyê re na, demokrasî a niha" bên lidarxistin. Dê starta mitîngan li Dersimê bê dayîn û li 8 bajaran pêk bên.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mitîngên "ji derbeyê re na, demokrasî a niha" çalakiyên xwe yen li dijî derbeyê berdewam dike. Piştî mitînga li Stenbolê, HDP'ê da zanîn ku ew dê li 8 bajaran li dijî derbeyê derkevin qadan û mitîngan li dar bixin. Her wiha hat aşkera kirin ku ji van mitîngan dê 3 mitîng ên jinan bin.

Dê hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag beşdarî mitîngan bin.

Mitîngên ku dê sibê starta wan li Dersimê bên dawîn, dîrok û bernameya wan wiha ye:

* 28'ê Tîrmehê: Dersim
* 29'ê Tîrmehê: Îzmir û Enqere
*30'ê Tîrmehê: Mêrsîn
* 31'ê Tîrmehê: Stenbol û Amed
* 1'ê Tebaxê: Edene û Wan

Dê mitîngên li Îzmir, Amed û Wanê bên li darxistin de Selahattîn Demîrtaş beşdar be. Dê 5 mitîngên din jî Fîgen Yuksekdag beşdar be.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN