DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Aydogan: Em dê daxwaz bikin ku ew fermandar bên darizandin

 
27 Tîrmeh
09:08 2016

AMED (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan da zanîn ku gelek fermandarên ku hewl dan derbeyê pêk bînin, ew leşkerên ku li ser fermana AKP û Erdogan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê mirov bi zindî şewitandine, bajar bi tevahî rûxandine û aşkera kir ku ew dê daxwaz bikin ku ev leşker bên darizandin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hewldan derbeyê, kesên hewl dan vê yekê pêk bînin û komkujiyên wanên li Kurdistanê, dîsa makeqanûna nû di rojeva sereke de cihên xwe digirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nursel Aydogan der barê van geşedan de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

"Erdogan fermandarên kujer anî ser kar'

Aydogan diyar kir ku di nava fermandarên ku hatin girtin de 2'yemîn Fermandarê Artêşê Orgeneral Adem Hudutî yê ku bajarên wekî Şirnex, Cizîr, Silopiya û Sûrê bi tevahî rûxandiye jî heye û ev tişt got: "Divê ji kesên komkujî pêk anîne hesab bê pirsîn. Lê qasî leşkerên ku komkujî pêk anîn, Serokomar Erdogan û AKP jî berpirsyarê van komkujiyan e. Di serî de Hudutî û hemû fermandarên tê gotin endamê cemaetê ne, ji hêla Erdogan ve hatin ser kar."

Aydogan got "AKP'ê xwest Ergenekonê tasfiye bike û li cihê wan endamên cemaetê aniye ser kar. Li welatekî şer hebe, li wir bingeha derbeyê jî heye. Her çendî ev rastî dihat zanîn jî çareseriya li Îmraliyê ji hêla Erdogan û AKP'ê ve hat bi dawî kirin."

'Em ê dest ji wan bernedin'

Aydogan bi lêv kir ku ew wekî HDP dê bi riya Komîsyona Hiqûqê xebatên xwe bimeşînin û dest ji pêsîra kesên ku komkujî pêk anîn bernedin û aşkera kir ku her çendî berpirsyarî artêş be, perpirsyariya siyasî jî AKP û Erdogan e. Aydogan anî ziman divê Erdogan ji ber komkujiyên li Kurdistanê ji gel lêborînê bixwaze.

Aydogan da zanîn ku şerhkujiya derbeyê demokrasî ye, heke bi vê riyê bê meşandin dê demokrasî bê avakirin û bal kişand ser OHAL'ê. Aydogan aşkera kir ku her çendî hewldana derbeyê vala derketibe jî AKP dixwaze bi rewşên awarte rewşê bide derbas kirin.

'Bê HDP'ê makeqanûn nabe'

Aydogan li ser makeqanûna nû jî rawestiya û destnîşan kir ku piştî hevdîtinên CHP, MHP û AKP'ê beyî HDP'ê pêk hatiye, biryara derxistina makeqanûna nû hatiye girtin û got ku beyî HDP'ê dê makeqanûna nû neyê sazkirin û ev tişt anî ziman: "Di makeqanûna nû de heta çareserkirina pirsgirêka kurd, rewşa Ocalan û daxwazên xwerêveberiyên cewherî pêk neyên, dê tu wateya xwe tune be."

'Tecrîd bê kûrkirin dê şer jî kûr be'

Aydogan aşkera kir ku Girava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, şertên wê taybet in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tu hevdîtin nehatine kirin. AKP û Wezareta Edaletê bi pêkanîna OHAL'ê re dixwaze bertekên gel bitepisîne. Heta tecrîda li ser Ocalan bê kûrkirin, dê şer jî kûr be."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN