DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Em xwedî li berxwedana jinan derdikevin'

 
28 Gulan
09:02 2016

ENQERE (DÎHA) - Kampanyaya jinên tirkiyeyî ya bi navê "Li dijî şer jin bihev rene" li dijî şerê li Kurdistanê dane destpêkirin xurtir dibe. Ji pêşengên kampanyayê Hatîce Kapusuz, diyar kir ku jin tenê mexdûrê şer nînin di heman demê de li ber xwe didin û wiha got: "Em xwedî li vî berxwedana jinan derdekivin."

Li Tirkiyeyê şerê ku ji aliyê îxtidarê ve hatiye destpêkirin herû zêde bandorê li ser jin û zarokan dike. Li dijî vê yetkê jî jin dengê xwe derdixin. Rêxistinên jinan ên Enqereyê yên bi kampanyaya "Li dijî şer û şîdetê jin bi hevre ne" hatni cem hev ji bo ku li dijî barê jin û zarokan parve bikin û ji rojava ber bi rojhilat pira xwîşkbûnê xurtir bikin xebatên xwe didomînin.

'Em hewl didin bibin dengê aştiyê'

Endama koma kampanyayê Hatîce Kapusuz têkîldarî kampanyayê agahî da û diyar kir ku ew dixwazin li dijî şer bêdeng nemînin û weke der demê bibin dengê aştiyê û ev kampanyayê sekna jinan a li dijî şer nîşan dide û ji bo hunandina aştiyê berdewama kampanyayêh din e.

'Ji rojava ber bi herêmê pira xwîşkbûnê'

Kapasuz destnîşan kir ku bi vî kampanyayê ve armanca wan ew e ku jinên li Enqereyê li dijî şerê ku li herêmê iddome dengê xwe bilind bikin û ji rojava ber bi herêmê pira xwîşbûnê xurtir bikin.

Kapusuz wiha axivî: "Jin bûn hedefa yekemîn a şerê ku tê meşandin. Polîtîkayên şer di heman demê de mafên jinan ên hatine bidestxistin, mafên civakî û nîzama ekolojiyê tehdîd kir. Ev di jiyana jinan de ji xisarên mezin re rê vedikin. Em dikarin bi piştevaniya jinan ve rewşa şîdetê û zimanê êrîşkar ji holê rakin."

'Şerekî zayendperest tê meşandin'

Kapusuz destnîşan kir ku bi kampanyayê hewl didin xebatên jinan û heqîqeta jinan nîşan bidin. Kapuzun got ku şer zayendperest in û ev yek di bedenê jinan ên ku tên teşhîrkirin û nivîsên li kolanan bi gotinên siyasî derdikevin holê.

Kapusuz diyar kir ku jin pêşengiya berxwedanê dikin û wekî jinên li aliyê din ên Tirkiyeyê xwedî li berxwedana wan derdikevin, xwedî li xwîşkên xwe derdikevin. Kapusuz da zanîn ku şer bandorê tenê li herêmê na bandorê li her kesî deke û armanca wan jî li dijî şer bilindkirina dengê jinan e.


Kapusuz got ku li gelek deverên Tirkiyeyê ji bo kampanyayê piştevanî heye û bangawaziyên bihevre bûnê xurtir dibe. Kapusuz bang li hemû jinan jî kir û wiha got: "Ji malên xwe, li ser kompîturên xwe, ji bajarên xwe em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şer û şidetê dengê xwe derxînin:"

Kapusuz got ku kampanyaya wan dê di 1'ê Îlonê de bi dawî bibe.

(sa)







ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN