Aras: Şoreşa Rojava vîna jinê derxist pêş
AMED (DİHA) - Rêvebera Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, der barê têkoşîna jina kurd a di nava berxwedana Rojava û Bakur de diyar kir ku şoreşa li herêmê peş dike hêz, vîn û jixwebaweriya jina kurd derdixe holê. Aras, da zanîn ku ev xweşikbûn, jiyana komun, zanebûn, pêşengî û hêza jinê, ji hêza xwe ji tekoşîna 40 salan digire û pêşengiya Jina kurd dê li hemû cîhanê bibe mînak.
Di şoreşa Rojava de herî zêde têkoşîn û berxwedana jinên kurd derket pêş. Di berxwedana herêmên ku xwerêveberî lê hatin îlankirin jî dîsa pêşengî û berxwedana jinê derket pêş. Rêvebera Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, der barê têkoşîna jinê de anî ziman ku şoreşê vîn û hêza jinê derxist pêş. Aras, anî ziman ku berxwedana jinê li Bakurê Kurdistanê di qadên xwerêveberiyan de jî derket holê û wiha got: "Di Şoreşa Rojava de jinan pêşengî kir. Ev hêz û vîna jine li ser bingeha 40 salan pêş ketiye. Têkoşîna Azadiya Jinê li ser ceribîn û tecrubeyên 40 salan hatiye avakirin. Statu, rêxistin û avakirina pergala nû ya jinê ku li Şoşeya Rojava pêş xist dê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bibe mînak. Ne tenê serkeftina di şer de, jina kurd parastina cewherî, avakirina civaka nû, pergala rêxistinek nû, jiyana kolektif û afirînerî pêş xist. Jina kurd kooperatif, komun, akademî ava kirin. Di şoreşê de yekparebûnek jiyanê ava kir.
'Rojeva hêza jinê derxist holê'
Aras, anî ziman ku Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye û şoreşa ku jinê pêş xist şoreşa rast bû. Aras, anî ziman ku bandora vê şoreşa jinê dê bi salan berdewam bike û tesîra xwe li ser hemû Rojhilata Navîn belav bike. Aras, da zanîn ku Şoreşa Rojava hêz û ji xwebaweriya jinê derxist holê û wiha got: "Niha xuya dibe ku parastina cewherî çiqas girîng e. Jiyana komun û piştevaniya jinê çiqas girîng e. Piştevaniya jinê xweşikahî, jiyana komumal û pêşengiya jinê derxist holê. Ji ber di qada bîrdozî de bû hêz û li dijî aqilê mêr bi aqilê jinê tev geriyan hêza nû derket holê.
'Tevgera bi çanda xwedavendan girîng e'
Aras, da zanîn ku li dijî pergala hov a AKP'ê û şerê giran têkoşîna jinê derket pêş û wiha berdewam kir: "Em hewl didin têkoşîna jinê binivîsin. Em di Jineolojiyê de zanîna der barê jinê de rexne dikin. Di Jineolojiyê de dîrok ne bi destê zilam, bi destê jinê tê nivîsandin. Di şoreşa Rojava de çanda xwedavendiyê heye. Li Rojhilata Navîn dîrok ji nûve tê nivîsandin.
'Em dê rêxistinbûna xwe mezintir bikin'
Aras, da zanîn ku têkoşîn û şoreşa Rojava ji bo wan gelek girîng e û çavkaniya moralê ye û wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê pergala hevserokatiyê, kooperatif, ajansên xweser ên jinê, pergala Kongreya Jinê KJA û jiyana komîn gelek girîng in. Em dê rêxistinbûn û pergala ku li Rojava pêş ket li vir xurt bikin û mezin bikin. Em dê parastina rewa ji xirt bikin û pêş bixin. Di têkoşîna xwerêveberiyê de jinên ku hatin qetilkirin bedena wan hat teşhîrkirin. Li dijî hevşaredar û wekîlan êrîş pêş ketin. Ev polîtîkaya dewletê ya li dijî vîna jinê ye.
'Ji hêza jinê ya azadiyê ditirsin'
Aras, anî ziman ku di encama têkoşînê de hêz û vîna jinê derket holê û hikûmeta AKP'ê ji hêz û vîna jina azad ditirse. Aras, da zanîn ku ji ber jin bi vîn û hêza xwe ya cewherî têdikoşe AKP ji vîna wê ditirse û êrîşa nzêde dike. 40 sal ceribîn û bingehê me heye. Ev êrîş û polîtîkayên li ser me dê tu carî nikaribe me paşve bikişîne. Li pişt her guleyê tirsa wan a jinê heye. Li Sîlopyiyê cenazeyê Taybet Înan hefteyekê li erdê hat hiştin. Li Cizîrê Cemile Çagirga , Li Stenbol û Wanê jin hatin qetilkirin. Bi zanebûn jine dikin hedef. Ji ber ku li pişt her guleyekê tirsa jinê heye. Lê ev gule dê dawiya dawî li wan vegere."
(mae)