DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Berxwedana li dijî tacizê 2 meh derbas kir

 
26 Gulan
09:15 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Du karkerên jin ên ku li kargeha ku di tê de dixebitîn ji ber ku li dijî kedxwarî û tacizê xwe rêxistin kirin ji kar hatin avêtin ev 61 roj in li ber kargehê berxwedana xwe didomînin. Jinên ku li ber xwe didin diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Çîglî ya Îzmîrê 2 jinên ku li Kargeha Plastîkê ya KASTAŞ'ê ya Herêma Sanayiya Organîze ya Ataturkê dixebitin û li dijî pêkûtî, kedxwarî, mobîng û tacîzê xwe rêxistin kirin û ji 25'ê adarê ji kar hatin avêtin, ji wî rojê heta niha jî li ber kargehê li ber xwe didin. 61 roj in her roj serê sibehê saet di 07.00'an de heta 18.00'an di konê ku li ber kargehê danînê çalakiya xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bê qebûlkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Berxwedaneke mafdar

Ji jinên berxwedêr Sonay Tezcan a bi daxwaza "Ji bo mehaneya wekhev, ji bo ku pêkûtiyên li dijî karkerên li kargehê bi dawî bibe, kiryarên bûyerên tacîz û mobbingê bên cezakirin, astengiyên li hemberî rêxistinbûna sendîkayê ji holê bê rakirin" di berxwedanê de ye diyar kir ku berxwedana wan berxwedaneke mafdar e. Tezcan ünî ziman ku ji bo ku daxwazên wan Bên qebûlkirin kampanyaya îmzeyan jî dane destpêkirin û heta dawî dê berxwedana xwe bidomînin.

'Divê çalakiya me bibe mînak'

Ji berxwedêran Kardelen Yagungan jî anî ziman ku li kargehê zêdetir jin dixabitin, kedxwadî gelekî zêde ye, wan li dijî kedxwariyê û tacizê çalakî dane destpêkirin. Yogungan bilêv kir ku di warê aboriyê de gelek kêm mehane digirin, heqdestên xwe nikarin bigirin û ev tişt anî ziman: "Jibilî vê formen tê, mudaxaleyê ava ku tu vedixwî û tuwaleta ku diçî dike. Dixwazin wekî robotekî bixebitî. Jin karên giran dikin. Ji ber vê yekê gelek nexweşiyên pîşeyê hene." Yogungan destnîşan kir ku di pêvajoya ku şîdet, tacîz û kedxwariya li hemberî jinan derketiye asta herî jor de derbas dibin û wiha got: "Di sîstema bajiksalar de berxwedan girîng e. Keda karkerên jin tê xwarin. Divê ew li dijî vî sîstemê dengên xwe derxînin. Divê çalakiya me bibe mînak."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN