DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan Wezîra nû hişyar kir: Em destûrê nadin feraseta AKP'ê bi ser bikeve

 
25 Gulan
11:01 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûnerên rêxistinên Jinan ên Stenbolî Wezîra nû ya Polîtikayên Civakî û Malbatî Fatma Betul Sayan Kaya hişyar kir û xwest ne wekî ya berê be. Jinan xwest bi hişmendiya mêr û feraseta AKP'ê tev negere û gotin: "Zêde hevîya me ji te tune. Ger ku bixwaze wekî ya din be jî em dê destûr nedin vê yekê."

Kabîneya hikûmeta nû ku raste rast Serokomar Erdogan hilbijartibû duh diyar bû. Ji bo Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatnî Fatma Betul Sayan Kaya hat diyarkirin. Sayan Kaya ku di 2012'an de Şêwirmenda Serokê Giştî yê AKP'e kiribû, bi nêzîkatiya Keça Serokomar Erdogan Sumeyye Erdogan jî tê nasîn. Kaya, di heman demê de sazûmankara medya civakî ya AKP'ê ku wekî AkTroller te zanin.

Kaya di hilbijartina Rêvberiyên Herêmî ya 2014'an de Berpirsiyara Medya ya danasîna Navenda Koordînasyona Hilbijartina Hilbijartinen Heremî bû. Dîsa di danasina ofîsa hilbijartinê ya Erdogan de jî cih girt. Kaya di meclîsê de ji bilî sondxwarinê tu tişt nekiriye.

Nûnerên rexistinên jinan anîn ziman ku her çend werîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî navê wê jin be jî dîsa ji ber ku li gorî feraseta mêr û polîtîkaya îxtîdara AKP'ê ya jinê tev bigere. Jinan ji Kaya xwest beri her tiştî Komîsyona berdanê di lehê jinan de zagonê derxe.

Endama Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê (BİKG) Nimet Tanrikulu anî ziman ku ew hişmenti û polîtîkaya AKP'e ya li hemberî jinê baş dizanin û li dijî jinan komkujiyê pêk tînin. Tanrikulu, anî ziman ku rapora Komîsyona Berdanê li holê ye û li gorî vê raporê tu hevî û bendewariyên wan tune ye û wiha got: "Divê li her derê polîtikayên AKP'e yên der barê jinan de bên teşhirkirin. Divê bi her awayî têkoşina jinan bê xurtkirin. Divê jin zorê li dewletê bike ku vê zagonê paşve bikişîne."

'Jina ku di nava civakê de ne xuya be wezaret formalite ye'

Berdevka Jinêne Ser ruyê Erdê Aylin Kaplan jî bertekên xwe yen li hemberî Wezîra nû anî ziman û wiha gt: "Jina di nava civakê de ne xuya be bibe wezîr jî formalîte û tu tiştî naguherîne. Kaplan, anî ziman ku tenê wekî kukla li wir e.

'Ez ne bawerim ji ya berê cudatir be'

Kaplan, bang li Sayan Kaya kir û xwest berî her tiştî guh bide daxwaz û pêdiviyên jinan û li gorî wê te bigere. kaplan, destnîşan kir ku zêde ne bawer e ku ji wezira Berê cudatir be.

'Zêde baweri nade ku xetê biguherîne'

Sekretera Giştî ya Platorma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestinin, Gulsum Kav jî anî ziman ku Wezîra Berê Ramazanoglu ji ber skandalên wê ji peyvire hat girtin û heta duh jî hişmendî û nerîna AKP'ê ya li hemberî jine diya e. Kav, da anin ku her ya tê yên berî xwe bibîr tinin û ev jî dê wisa be û zêde baweri û heviyê nade wan. Kav bang li Sayan Kaya kir û wiha got: "Destê me dê her dem di qirika te de be. Em dê her tem mafê xwe bişopînin û biparêzin. Em destûr nadin ku tu wekî ya din be. Meclîsa jinê dê destûre nede vê yekê.
Weki Wezîra Polîtikayên Civakî û Malbati jin be hişmendî û polîtîkayen AKP'ê yên li hemberî jinê naguherîne.'

Aktivîsta KJA'yê Şafak Ozanli jî anî ziman ku Sema Ramazanoglu tecawiz rewa kir û dibe ku Fatma Betul Sayan jî bi tecawizkar re bizewice.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN