DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dixwazin girtiyan jin li girtîgeha Tarsûsê şûtî tazî bikin

 
24 Gulan
09:12 2016

MERSÎN (DÎHA) – Girtiyên jin yên Girtigeha Tîpa C ya Tarsusê ji aliyê rêveberya girtîgehê ve rastî zextên dij ahlaqî tên. Prz. Ozgur Çaglar ku bi girtiyên jin re hevdîtin kir, diyar kir ku Rêveberiya Girtîgeha Tarsûsê zorê li girtiyên jin dike ku xwe şût û tazî bikin. Çaglar, da zanin ku li girtîgehê li dijî mafên mirovan lêgerîn tê kirin û sûcekî mezin tê kirin.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zextên li ser girtîyan zêde dibin. Herî zêde li girtîgehên herêma Çukuorova zextên li ser giriyan derdikevin pêş. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê, zextên ku rêveberiya girtîgehê li ser wan dimeşîne û bêehlehiya girtîgehê bi parêzerên xwe re parve kirin. Parêzerê girtiyan Ozgur Çaglar, jî zextên li ser girtiyan tê meşandin bi DÎHA'yê re parve kir. Ozgur Çaglar, anî ziman ku bi taybetî li Girtîgeha Tarsusê rûmeta mirovan û nirxên mirovan di bin piyan de ye û elheq nemaye. Çaglar, anî ziman ku binpêkirina mafan li girtîgehan pir giran e û vegeriya ye îşkenceyê.

Dixwazin her roj tekmîlê bidin

Prz. Çaglar, da zanin ku girtiyên jin ji aliyê gardiyan, cendirme û personelên girtîgehê ve rastî heqaretên giran tên û rûmeta wan tê şikandin. Prz. Çaglar, destnîşan kir ku heta hin caran îşkenceya fîzîkî jî li wan tê kirin û dema girtiyan dimin dadgehê ji wan tê xwestin ku tekmîlê bidin cendirmeyan û wiha got: "Ger ku girtî tekmîl nedin cendirmeyan rastî gefên 'Em we nabin dadgehê' tên.

Çaglar, anî ziman ku kesên tên ziyareta girtiyan jî rastî lêgerînên tazî tên û wiha berdewam kir: "Kesên tên ziyaretê û lêgerînê qebûl nakin jî rastî gefên 'Em destûr natin ziyaretê' Tên. Dixwazin girtiyan û kesên diçin ziyaretê şûtî tazî bikin. Dixwazin rabin û rûnên, piyê xwe bilind bikin û hemû cilên xwe dînin. Ev pêkanîn li dijî rûmet û nirxên mirovahiyê ye. Ev heqareta heri giran û îşkence ye. Dîsa girtiyan dema dibin nexweşxaneyê dixwazin bi kelepçeyê bên dermankirin."

Çaglar, herî dawî anî ziman ku girtiya nexweş Leyla Kirboga li gel ku krîz derbas kir jî nehat dermankirin û dema jinên girtî dibin revîrê li odeya doktor bi kelepçeyê muayine dikin. Girtî rastî hemû neqeqiyên giran tên. Ji wan re dibêjin vir warê me ye. Cihê we li vir tune ye."

Çaglar, anî ziman ku ew dê li Komîsyona Meclîsê û Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan vê mijarê bişopînin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN