DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li hemberî êrîşên zayendî parastina cewherî divê

22 Gulan
10:28 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinên Ciwan Demokratîk û Azad, bang li jinên ciwan kir ku li hemberî êrîşên zayendî parastina xwe ya cewherî mezin bikin.

Jinên Ciwan Demokratîk û Azad (ODGK) bi daxuyaniyekî bang li tevahiya jinan kir ku li hemberî hişmendiya mêr û êrîşên zayendî, parastina xwe ya cewherî berfireh bikin. ODGK'ê aşkera kir ku bi pêşketinên demên dawî re, jin di hedefa mêrên serdest da ne û hat diyar kirin ku AKP bi polîtîkayên xwe yên tunekirinê, hewl dide têkoşîna jinê ji holê bide rakirin.

'Dibistan û yurd bûne malên sosretê'

Di dewama daxuyaniya jinên ciwan de hat aşkera kirin ku di kesayetiya jinên ciwan de, tê xwestin hemû civak teslîm bê girtin û serî tewandinê bi jinê didin ferzkirin. Jinên ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser bedena jinê ya di pêvajoya şer de ji hêla hêzên serdest û dagirker ve tê teşhîrkirin jî û ev tişt hat gotin: "Di şerê qirêj ê ku tê meşandin de bedema jinê tê teşhîrkirin, divê neyê ji bîrkirin her jinên ku tê kuştin zêde dibin, li hemberî hemû polîtîkayên metîngeriyê li ber xwe didin û li dijî hemû êrîşên zayendî hesap ji serdestan dipirse."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN