Hebûna xwe ve jî bi çûyîna xwe ve jî tabu xira kir
AMED (DÎHA) - Gerîlaya YJA-STAR'ê Ayşenur Kiliç li herêmeke muhafazakar hate dinê lê bi sekna xwe ya destur neda eciqandina jinê û bi berxwedêriya xwe ve wekî mînak hate nîşandan. Kiliç a ku gerîlaya herêma ku hate dinê bû bi 4 hevrêyên xwe ve li çoltera Sasonê jiyana xwe ji dest da. Lê pey xwe tabûyên ku neşikand jî nehişt.
Malbata wê piştî serhildana Şêx Saîd ji navçeya Hênê ya Amedê koçî navçeya Paloya Xarpêtê kiribû. Ew jî di 1991'an de li vê derê ji dayik bû. PişTî ku malbat di 1994'an de vegeriya axaf ku jê hatibûn qutkirin zaroktiya wê li gundê Cewzê ya Hênê derbas bû. Heman salê bavê wê Fattah Kiliç ji Partiya Dogru Yolê bû Hevşaredarê Bajaroka Cewzê. Cografyaya ku lê jiyan dikin ji ber ku muhafazakar bû weke jineke geleke zehmetî kişand û dema ku mezin bû jî li dijî tabûyên heyî derket. Di zaroktiya xwe de jêhatî bû xwedî kesayetiya pirsyar dike bû bi vî rengî ji hevalên xwe cuda bû. Her carê dibistan di rêza yekemîn de xilas kirin. Heta ciwantiya xwe jî agahiya wê ji têkoşîna azadiya kurd tunebû. Dema ku ji bo amadekariya zanîngehê hate Amedê tevgera azadiya kurd ji nêz ve nas kir.
Di 2009'an de Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Semsûrê qezenc kir û li vir tevlî xebatên ciwanan bû. Di salên zanîngehê de di nava têkoşîna azadiya kurd de bi awayeke aktîf xebitî û di Nîsana 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî PKK'ê bû.
Ayşenur Kiliç (Dorbîn Cevzî) di 5'ê Nîsanê de li çoltera navçeya Sasonê bi 4 hevrêyên xwe ve jiyana xwe ji dest da.
'Serbilind û dilê wê mezin bû'
Xizmên Kiliç bi gotina wê qilas nakin. Xwişka wê der barê Kiliç de ev tişt anî ziman: "Em bi hevre mezin bûn. Tiştên ku digirt dest diqedand. Lİ herêma ku em lê diman jin ji ber ku rastî şîdeta zilam dihatin ew li dijî zilaman her tim tîk disekinî. Tu caran ji zilaman alîkarî nedixwest. Her tim karê xwe, bixwe dikir. Gelek ji têkoşînê hez dikir. Li zeviyan karên ku yên zilaman dihat zanîn dikir. Cot diajot. Ti caran xwe bêhêz û qels nedidît. Serbilind û dilê wê mezin bû."
'Dema têk diçûm li min dixist'
Di berdewamê de jî wiha got: "Ayşenur ji gundekî muhafazakar derket. Ji xwedinê hez dikir, difikirî. Min jî bi saya Ayşenurê partî naskir û hez kir. Ayşenurê gelek ji govendê hez dikir. Tiştên ku digot dikir. Ez ji wê biçûk bûm. dixwest ez bi hêz bim. Dema ku ez têk diçûm li min dixist. Digot divê tu têk neçî, bi ser kevî. Stranên berxwedanê, yên Ahmet Kaya pir guhdar dikir."
'Li dijî neheqiyan disekinî'
Dayika wê Bîrînç Kiliç jî anî ziman uk keça wê tu caran neheqî qebûl nedikir, dema ku li zanîngehê bi telefonê bi wê re kurmanckî axiviye rastî tacizê hatiye ji ber ku li dijî vê yekê derketiye jî ji yurdê hatiye avêtin. Kiliç wiha got: "Ayşenurê gelek ji min hez dikir. Ji govendê gelek hez dikir. Di dawetan de serê govendê bû. Hemû kesan digotin şerm lê wê guh nedide. Wê ji bo hemû jinan têkoşîn da."
Birayê wê Muhammed Kiliç jî diyar kir ku Ayşenur li gundê wan yekem e û tabû xira kir, ber bi azadiyê ve meşiya. Kiliç gut ku xwîşka wê li gund têgeha "jin dê xizmetî zilam bikin" xira kir û ev tişt got."Dorşîn gelek cuda bû. Her tişt dikir lê heke emr bihate kirin nedikir. Dixwest her tim bixwîne û bibe yekem. Bi her awayî bû yekem. Gerîlaya yekem a gund, şehîda yekem, xwenkara yekem."
'Serokatî dixwend'
Kiliç got ku xwîşka wî gelek ji xwendin, lêkolîn û pirsyarkirinê hez dikir û pirtûka ber serê wê jî pirtûma Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Manîfestoya civaka demokratîk bû.
(sa)