DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Piştevaniya Mor êdî li Stenbolê ye

 
21 Gulan
09:42 2016

STENBOL (DÎHA) - Piştevaniya Mor a li Antakya û Edeneyê bi awayekî çalak xebatan dike û pirsgirêkên karkerên jin ên li fabrîqe, tekstil, mal û plazayan dixebitin bi ruhê şêwirmendiya jinê çarareser dike, her wiha li dijî feraseta mêrê serdest têdikoşe, li Stenbolê jî hat avakirin. Berdevka Piştevaniya Mor Cemile Çakmak, xwest ji bo pergala mêrên serdest xera bikin hemû di bin baneyê Piştevaniya Mor de kom bibin.

Piştevaniya Mor, li Hatay û Edeneyê bi boneya tev li jiyana taxan bibe û pirsgirêkan bi hevre çareser bike, di sala 2014'an de hat avakirin, êdî li Stenbolê jî tê avakirin. Piştevaniya Mor a bi awayekî çalak xebatan dike û pirsgirêkên karkerên jin ên li fabrîqe, tekstil, mal û plazayan dixebitin bi ruhê şêwirmendiya jinê çarareser dike, li gelek tax û semtên Stenbolê dest bi xebatên xwe kir. Berdevka Piştevaniya Mor Cemile Çakmak, xwest ji bo pergala mêrên serdest xera bikin hemû di bin baneyê Piştevaniya Mor de kom bibin. Çakmak, anî ziman ku wan li Konên Kampusan dest bi xebatan kiriye û dixwazin pirsgirên jinê bi ruhê jinê çareser bikin. Çakmak, anî ziman ku pirsgirêkên jinên karker ên febrîqe, tekstil, mal û plazan tevan heman pirsgirêk e û hemû mîsyona ku dewleta feraseta zilam li ser wan bar kiriye ye. Çakmak, destnîşan kir ku nêzîkatiya zayendîparêz naxwaze jin bibe xwedî vîn û wiha got: "Li şûna jin heviya xwe ji dewletê bikin divê bi xwe çareser bikin û bi ruhê piştevaniya jinê tev bigerin.

Dê bi şîara 'Kenê xwe bixwe re bine û were" gihiştinan pêk bînin

Çakmak, da zanîn ku ew li taxên Gazî, Nurtepe, Esenyali, Kartal, Kadikoy û gelek warên din bi jinan re di nava hevdîtinê dene û armanc dikin vê xebat û rêxistina xwe li her derê stenbolê pêş bixin. Çakmak, da zanîn ku ew dê di 4'ê Heziranê de li Moda bi silogana "Kenê xwe bi xwe re bîne û were" hevdîtinê pêk bînin.

'Dê parastina rewa têkeve meriyetê'

Çakmak, anî ziman ku Piştevaniya Mor dê li taxan jinên hev nas dikin û hev nas nakin li hev kom bikin û wiha got: "Ji bo xwe bi xwe bi rêve bibin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin em dê piştevaniya di nava wan de xurt bikin. Em dê jinan ji malê derxin kolanê û wan tev li piştevaniyê bikin. Jin dê li dijî pergala mêr a serdest bi ruhê piştevaniya jinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Jin dê li dijî tacîz, tecawiz û êrîşan karibin xwe biparêzin. Hêza jinê û parastina rewa dê têkeve meriyetê. Dê bi hêza komeleyê pergala baviksalarî bê guhertin. Dê jin karibin xwe biparêzin û karibin bi xwe bibin bersîva pirsgirêkên xwe.

Çakmak destnîşan kir ku êdî jin dê ji dewletê hêvî nekin û hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û wiha got: "Bila êdî pergala serdest a mêr bitirse. Em dê rengê mor ê jin û jînê li her derê belav bikin. Em dê piştevaniya jiyanê xurt bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN