DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan banga 'Li Vîna xwe xwedî derkeve' kir

 
20 Gulan
14:52 2016

RIHA (DÎHA) - Hevparên KJA yên Rihayê li dijî hewldana "Darbeyê" bang li her kesî kirin ku li vina xwe xwedeî derkevn.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Rihayê, bi boneya her kes li dijî "Darbeyê" li vîna xwe xwedî derkevin, li Kargeriya Ahmet Bahçivan daxuyanî dan. Hevparên KJA'yê di çalakiylê de pankarta "Dest nede vîna min û wekîlê min" vekirin û silogana "Jin jiyan azadi" berz kirin. Li ser navê komê Hevseroka DBP'a Rihayê Leyla Coşkun, daxuyani da. Coşkun, diyar kir ku dixwaze vîna gelê kurd ya azadiyê bişkînin û rê li pêş daxwaza gelê kurd a azadiyê bigire. Coşkun, anî ziman ku ew dê di nava her şert û mercan de li vîna xwe ya siyasî xwedî derkevin û biparêzin. Coşkun, da zanîn ku ew dê vê polîtîkaya tarî û înkarê pûç bikin û bang li hemû jinan kir ku li dijî vê plana darbeyê dengê xwe bilind bikin".

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN