‘Li hemberî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bike'
18 Gulan
11:25
2016
WAN (DÎHA) – Li Wanê starta xebatên ku dê bi dirûşmeya "Li hemberî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bike" were meşandin hate dayîn.
Li Wanê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatî û Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li hemberî êrîşên zayendî têkoşîn were kirin atolye hate lidarxistin. Hîndekarên Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Selda Tuncer û Zehra Yilmaz tevlî xebata atolyeyê bûn. Di xebata atolyeyê de nexşerêya xebatên ku dê li hemberî êrîşên zayendî were meşandin hatin destnîşankirin û xebatkarên jin ên şaredariyê tevlî vê xebatê bûn. Di atolyeyê de her wiha destpêka kampanyaya ku dê bi dirûşmeya "Li hemberê êrîşên zayendî dengê xwe bilind bike" were meşandin jî hate dayîn.
(sy)