Jin pevre ne!

ENQERE (DÎHA) - Jinên ku ji bo piştevaniya jinên li Kurdistanê ji mexdûr bûne û balê bikişînin li ser şer ketin nava hewldanan kampanyaya "Li dijî şer û şîdetê jin pevre ne" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku heta 1'ê Îlonê bidome de dê çalakiyên nobetê, çûyîna Kurdistanê û kampanyayên alîkariyê bên kirin.
Gelek rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ji bo balê bikişînin şerê li Kurdistanê û mexdûrbûnan parve bikin kampanyaya "Li dijî şer û şîdetê jin pevre ne" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku dê heta 1'ê Îlonê bidome de dê gelek xebat bên kirin.
AKP Kurdistanê xira dike
Rêxistinên jinan ên li Enqereyê li avahiya Yekîtiya Mulkiyeyiyan daxuyanî dan bang li hemû jinan kirin û xwestin piştgiriyê bidin kampanyayê. Di daxuyaniyê de Sîbel Gûneş axivî û diyar kir ku di encama polîtîkayên şer ên li derve û hundin ên AKP'ê bajarên Kurdistanê hatine xirakirin û şewitandin bi hezaran mirov ji cih û warên xwe hatine derxistin. Gûneş wiha got: "Operasyonên ku li herêmê tên meşandin, qetilkirina sivîlan, şîdeta fîzîî û psîkolojîk têre nekir; bi pêşniyara rakirina destnedayînên parlamenterên gel ên hatine hilbijartin jî operasyona lînca siyasî hate destpêkirin."
Li rojava nijadperestî zêde dibe
Gûneş da zanîn ku AKP û Qesr îradeya hilbijêran tune dihesibîne û dixwaze îxtidara yek zilamî pêk bîne, ev polîtîkayên faşîzan ên li herêmê li rojava jî pêla nijadperest xurtir dike. Gûneş bilêv kir ku ev rewşa şîdetê herî zêde jî jinan dike hedef û bi teşhîrkirina bedana jinan û nivîsên li ser diwaran ve jî feraseta dagirker û desthilatdar a zilam xwe careke din nîşan dide.
Gûneş da zanîn ku bi kampanyaya "Em jin li dijî zilm û şerê sîstema desthilatdar a zilam jin pevre re" ve ji Enqereyê bi jinên li bajarên di bin dorpêçê de ne ve pira xwîşktiyê, piştevaniya jinan xurtir dikin û ew ê li dijî şer gotina aştiyê bilind bikin.
Heta 1'ê Îlonê
Gûneş destnîşan kir ku ew ê heta 1'ê Îlonê li her derê bi jinan re bên cem hev û jin û aştiyê bigirin dest, hewl bidin birînên ku şer vekiriye bipêçin. Gûneş bang li hemû jinan kir xwest piştigirê bidin kampanyayê.
Gûneş diyar kir ku gelek rêxistinên jinan piştgirî dane kampanyayê û ew ê kampanyayê bêhtin xurt bikin hemû hevparên Platforma Jinan a Enqereyê û Kolektîfa Femînîst a Enqereyê di kampanyayê de cih digirin.
Sevînç Koçak jî diyar kir ku ew ê di çarçoveya kampanyayê de biçin bajarên herêmê, çalakiyên nobetê organîze bikin, kampanyayê alîkariyê bidin destpêkirin.
(sa)