Ji Bêrîvan heta Asya têkoşîna jinê ya li Cizîrê

ŞIRNEX (DİHA) – Li navçeya Cizîrê ku berxwedana jinê bi Bêrîvanê de gihîşt têkoşîna azadiyê û bû yek, Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ala berxwedanê dewr girt û bû yek ji sembolên berxwedana xwerêveberiyê. Hevalên wê yên têkoşînê diyar kirin ku Yuksel a ku dayik bû ji bo hemû zarokên Kurdistanê tevlî têkoşînê bûye û ew ê têkoşînê li cihê ku wê hişştiye dewr bigirin û ji bo vê yekê bi bîryar in.
Navçeya Cizîrê bi şer û çengê, bi lehengî û berxwedanê û bi hilweşîna bajar tê zanin. Heta niha Gelê Cizîrê li dijî gelek şerên dijwar di ber xwe da. Gelek caran li hemberî zilm û zordariyê serî hilda. Di Serhildana Cizîrê ya 1992'an de berxwedana Berîvan bû sembola berxwedana Jinê. Herî dawî di dorpêça 79 rojan de berxwedana gelê Cizîrê dîrok û destan nivîsand. Her çend zêdeyî hezar xanî ji aliye dewletê ve hatin rûxandin û bi sedan mirov hatin qetilkirin jî berxwedana gel û berxwedana jinê dîrok nivîsand. Ji bo Cizîrê yek ji navên bû sembol jî Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a bi gotina xwe ya "Ez dayikek im nikarim zarokên xwe bihêlim" ve hate nefesa xwe ya dawî li ber xwe da bû.
Jinên ku bûne şahidê têkoşerî û berxwedêriya Yuksel, hevala xwe vegotin.
'Jinên Qilabanê tevlî têkoşînê kir'
Hevseroka HDP'ê ya Qilabanê Muzeyyen Rustemoglu ku di dema hilbijartinên herêmî ya 2009'an de Yuksel ew tevlî xebatan kiriye diyar kir ku wê demê Yuksel nas kiriye.
Rustemoglu anî ziman ku bi Yuksel re heta 2012'an bi hevre di siyaseta kurd de xebat dane meşandin, ji bo jinên Qilabanê di siyasetê de cih bigirin rola wê ya mezin heye û di dema BDP'ê de jî bi hevre xebat dane meşandin û ji bo Yuksel wiha got: "Asya heval û hevrêyeke qet nedihat dîtin bû."
'Asya jin rêxistin kir'
Rustemoglu destnîşan kir ku xeyala herî mezin a Asyayê Kurdistana azad bû û wiha berdewam kir: "Asyayê li Qilabanê feraseta jina kole şikand. Jin tenê tevlî siyasetê nekir di heman demê de li hemû qadan rêxestin kir û bi serkeft." Rustemoglu bilêv kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.
'Ez ê ji bo vî gelê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşim'
Şîrîn Babatê jî diyar kir ku di 2008'an de dema ku ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diçûn Amarayê hevdu naskirine û ji 2008'an heta niha li Botanê di DOKH'ê de bihevre xebat dane meşandin. Babat bilêv kir ku bi gotinan nikare Yukselê vebêje û di hemû xebatan de Asya bûye pêşengên wan û wiha axivî: "Jineke ku jiyana xwe fedayî gelê xwe kir bû. Her tim digot ez ê ji bo gelê xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşim."
Babat bilêv kir ku Yukselê her tim hêz daye wê bi vê hêzê re jî jin tevlî têkoşînê bûne.
Ji bo çanda jinê têkoşiya
Rêvebera HDP'ê ya Qilabanê Sabîha Alturk jî der barê Yuksek de wiha got: "Ji bo jin feraseta desthilatdar xira bikin bi şev û roj dixebitî. Gelek keda wê hebû."
Hevşaredara Qilabarê Zeynep Ûrên a ku bûye şahida jiyana Yukselê diyar kir ku wê ligel pêkûtiyên civakê jî sînorên jina kole derbas kiribû û têkoşînan jinan dabû meşandin.
Ûren bilêv kir ku Yukselê jiyaneke ku çanda kurdî esas digirt dimeşand û bi têkoşîna xwe ve çanda Botanê kir yek, ji bo jinan rê vekir. Ûren ev tişt anî ziman: "Asyayê sekneke ji rêzê nîşan neda. Bi Asyayê re jina Botanê bû pêşengê şoreşê. Asyayê malbat û zarokên xwe hişt û dest bi têkoşîna jinê kir. Zarokên xwe hişt, hemû zarokên Kurdistanê hembêz kir. Hestên xwe yê dayikbûnê tevlî siyasetê kir, siyaset kir kulîlk û diyarî me kir."
(sa/mae)