DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo zarokên hatin qetilkirin pirtûka Devlet Dersî

 
12 Sibat
09:07 2016

EVRÎM KEPENEK

STENBOL (DÎHA)
- Rojnameger Gokçer Tahincîoglu li ser jiyana zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, ji weşanxaneya NotaBene pirtûka bi navê "Devlet Dersi" çapkir. Rojnameger Tahincioglu, bal dikişîne ser têkoşîna li dijî çanda bêcezatiyê û xwest civak li hemberî vê yekê bertekên xwe zêde bike.

Rojnameger Gokçer Tahîncîoglu, der barê zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin lêkolîn kir û ji weşanxaneya NotaBene pirtûka bi navê "Devlet Dersi" çap kir. Rojnamer Tahîncioglu, çîrokên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Abdullah Yaşa, Mahsun Mizrak û Berkin Elvan Ahmet Yildiz, zarokên li Roboskê hatin qetilkirin, zarokên li Girtîgeha Pozantiyê ên rastî tundiya dewletê hatin û gelek zarokên din ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin digire dest. Nivîskar Tahîncioglu, di pirtûkê de diyar dike ku kujerên zarokên tên qetilkirin nayên darizandin û cezakirin û li welatê ku zarok tên kuştin û kujer nayên cezakirin, civakek bêdeng, ne di ferqê de û hin caran bertek nîşan dide heye. Tahîncioglu, di pirtûkê de balê dikişîne ser çîrokên tarî ku zarok bi guhdariya wan mezin dibin û dixwaze ku dewlet bi vê rastiya xwe re bê rûqalî hev.

Çîrokên Ugur, Ceylan, Abdullah, Berkîn ...

Tahîncîoglu, bal dikişîne ser pêvajoya kuştina zarokan û pêvajoya darizandina zarokan. Pirtûk bi çîroka Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li Qosera Mêrdînê bi 13 guleyan hat qetilkirin. Piştî çîroka Kaymaz bi çîroka Ceylan Onkol a di 28'ê Îlona 2009'an de li Navçeya Liceya Amedê hat qetilkirin berdewam dike. Dîsa çîrok û dozên zarokên bi navê Abdullah Yaşa, Mahsum Mızrak û Berkin Elvan bên bê ceza mane didome.

'Kujerên zarokan bêceza dimînin'

Tahincioglu, têkildarî navê pirtûkê ya "Devlet Dersi" diyar kir ku ew behsa dosyayên ku dewlet û peyvirdarên cemaweriyê berpirsiyar dikin û wiha got: "Em li ser çanda bêcezabûnê diaxivin. Di dewlet û pergalên serdest de kujerên zarokan bêceza dimîne. Di dozên der barê zarokan û kuştina zarokan de civak bê deng dimîne. Divê ev bêdengî û bêcezabûn bi riya medya bê şikandin. Divê ev rewatiya van kuştin û bêcazabûnan neyê pejirandin. Divê em li kuştina zarokê derketiye kolanê nenerin. Divê em li derketina zarokê derdikeve kolanê binerin. Ji ber vê yekê helwest û berteka civakê girîng e. Têkoşîna li hemberî çanda bêcezabûnê didome, lê divê civak li hemberî vê yekê bertekên xwe xurttir bike.

Pirtûk ji 20 sernav û 232 rûpelan pêk tê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN