Zarok TV dest bi weşana li ser înternetê dike
AMED (DÎHA) - Kanala zarokan a bi Kurdî Zarok TV dê li ser înternetê jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî weşanê bike.
Kanala zarokan a bi Kurdî, Zarok TV dê gaveke nû ji bo berfirehkirina weşana xwe bavêje û li ser înternetê jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî weşanê bike. Dê weşana li ser înternetê li ser malpera www.zaroktv.com.tr were kirin û ji her derê cîhanê dikaribe were temaşekirin.
Her wiha temaşevanên Zarok TV'yê dê bikaribin dîmenên ku bi xwe kişandine bişînin www.zaroktv.com.tr û li ser înternetê vîdeoyên xwe temaşe bikin.
(sy)