Tuncel: Li dijî tayînan dê gel li cihekî din şaredariya xwe ava bike 2016-08-05 09:08:45 AZÎZ ORUÇ / VEDAT DAG AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî Zagona Torbe ya ji hêla AKP'ê ve pêşkeşî meclisê hat kirin da û aşkera kir ku AKP dixweze bi vê riyê dest dayne ser şaredariyên DBP'ê. Tuncel aşkera kir ku dê gel destûrê nede kesên ji hêla Wezareta Navxweyî ve tên peywîrdar kirin û got dê gel li cihekî din şaredariya xwe ava bike. AKP Zagona Torbeyê ya ku 75 xalan di nava xwe de dihewîne pêşkeşî meclisê kir, di nava van xalan de xalên bi taybetî şaredar DBP'ê ji peywîrê digire û dest datîne ser şaredariyan cih digirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bal kişand ser rewşa Colemêrg û Şirnexê ya ji bajarvaniyê tên derxisitn û aşkera kir ku ev bêtehmûliya li dijî gelê kurd e, lê ew dê destûrê nedin van yekan. Dê gel destûrê nede vê yekê Tuncel da zanîn dê gel destûrê nede AKP bi awayekî korsanî dest dayne ser şaredariyên wan, bi vê riyê dewlet polîtîkaya şer berdewam dike. Tuncel destdanîna ser şaredariyan wekî êrîşeke li dijî vîna gel nirxand û diyar kir ku ew dê li dijî xespa AKP'ê di nava berxwedanê de bin û tu carî paşve gav nevêjin. Walî nikare şaredar ji peywîrê bigire! Tuncel di dewama axaftina xwe de got hişmendiya demokrasiyê ya AKP'ê, nêrîna wê ya li hemberî kurdan, dixwaze bi destê kesên tayîn kirî, hilbijêran ji peywîrê bigire. Tuncel ev hewldan wekî derbeyê nirxand û got li dijî derbeyê sekîn jî peywîra wan e. 'Kesên biryara îmhayê dan...' Tuncel destnîşan kir ku AKP û Serokomarê tirk Erdogan rayeta bê sînor daye leşker û waliyên li Kurdistanê îmhayê pêk tînin û wiha pêde çû: "Kurdistan bi tevahî rûxandin, her çendî bên derbekaran kiriye, lê berpirsiyariya siyasî AKP ye. Niha jî qada siyasetê de qanûnan derdixe û dest datîne ser şaredariyan. Çawa êrîşên îmhayê têk çûbin, em ê niha jî li dijî vê biryarê bisekinin." 'Kurdan bi zorê bi dewletê ve girê didin' Tuncel Colemêrg û Şirnex ji statuya bajarvaniyê derxistin û Cizîr û Gever wekî bajar îlan kirin jî rexne kir û aşkera kir ku di rojeva gelê kurd de tiştekî wiha tune û ev tişt got: "Tişta bi riyên leşkerî pêk neanîn, dixwazin bi riyên siyasî pêk bînin. Di heman demê de dixwazin vîna gel tune bikin. Bi vê riyê dixwzin gel bi dewletê ve girê bidin." 'Şaredariyên dewlet dest dayne ser ne yê gel in' Tuncel herî dawî piştrast kir ku dê ev polîtîka bi tu awayî negihêjin armanca xwe, çawa di polîtîkaya şer a 40 salî de negihêştin armanca xwe, dê bi van polîtîkayên xwe de jî tiştekî bi dest nexin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şaredariyên ku riya hilbjartinê bi dest nexist, bi tayînkirina burokrasiyê dixwazin bi dest bixin. Dê ev şaredarî nebin şaredariyên gel. Mijar ne mijara avahiyê ye. Ev gel li her derî dikare konê xwe vegire û bi gelê xwe re xebatên xwe bimeşîne. Dê tu carî kesên hatiye tayînkirin qebûl neke. Divê ji vê xeletiyê vegerin." (ms)