Pêşeroja Tirkiye li Îmraliyê dîl hatiye girtin 2016-08-03 14:03:44 AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku wekî DBP'ê her dem ji bo mafê azadî û demokrasiyê têkoşînê didin û wiha got: "Her çend li dijî projeyên me yên demokrasiyê êrîş hebin jî em dê têkoşîna wan heta dawî bidin. Em dê her dem li dijî darbeyan têbikoşin. Heta Ocalan ji Îmraliyê azad bibe em dêtêbikoşin. Ev pirsgirêka Tirkiye ye. Pêrjeroja Tirkiye di Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li Lokala Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (Guneydogu Gazeteciler Cemiyet) civîna çapemeniyê pêk anî. Tuncel, bi minasebeta 3'ê Tebaxê komkujiya li Şengalê şermezar kir û wiha got: “5 hezar jin ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û wekî koleyê seksê dîl hatin girtin. Em tu carî vê yekê ji bîr nakin. Talûkeya DAÎŞ'ê li ser gelê kurd, turk û êzdî didome. Em jin li kolanan rastî tundiyê tên. Ji ber vê yekê tekoşîna jinan a li kolanê girîng e." Tuncel, da zanîn ku ji ber zextên li ser wan zêde bû di 28'ê Hezîranê de ji neçarî kongre pêk anîn û wiha got: "Li ser partiya me zextên pir dijwar hene. DBP, ji bo azadiya gelê kurd û azadiya jinê têdikoşe. Partiya me bi dehan caran hat girtin. Gelek rêveberên me hatin qetilkirin. Hatin binçavkirin û girtin. Em wekî DBP'ê têkoşîna aşti, demokrasî û azadiyê didin. Ev êrîş li dijî projeya komara demokratîk û aştiyê ye. Ji bo şertên azadiyê çêbibe divê demokrasî pêş bikeve. Heta demokrasî pêş nekeve azadî pêk nayê. Di vê Pêvajoyê de 4 rêveberên me hatin qetilkirin. Hevserokê me Kamuran Yuksek hêj girtî ye. Rêveberê me Hurşit Kulter hêj winda ye. 70 rojin em agahî jê nagirin. Endamên me li pey panzêran tên kaşkirin. Li Sûrê û Nisêbînê endamên çapemeniya azad ji ber rastî anîn ziman hatin binçavkirin û girtin." Li hemberî CHP, MHP û AKP'ê tenê HDP heye Tuncel, anî ziman ku li meclîsê CHP, MHP û AKP tev bûn yek û tenê li hemberî wan HDP heye û wiha berdewam kir: "Me pir darbe dît. Em darbeyan baş dizanin. Niha AKP'ê li hemberî darbeya leşkerî darbeya siyasî pêk anî. Dixwaze rejîma xwe ava bike. Peymana Mafên Mirovan a Ewropa rawestand. AKP'ê OHAL xist meriyetê û meclîs bê wate hişt. DBP jî li dijî biryar û hewldanên wan ên dijdemokratik şer dike." Em dê xwerêveberiyê pêk bînin Tuncel, anî ziman ku ji bo demokrasiyê DBP dê li herêmê xwerêveberiyê pêş bixe û rêveberiyên herêmî xurt bike û wiha got: "Heta pirsgirêka kurd bi riya demokrasiyê çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe. Birêz Ocalan bi dehan caran hikûmet hişyar kir. Got 'Ger ku çareserî û demokrasî pêş nekeve dê darbe pêk bê. Lê AKP'ê li darbe li Îmraliyê xist û hevdîtin qut kir. Ji 5'ê Nîzanê heta niha agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Em nizanin rewşa Birêz Ocalan çawa ye. Lê di şewsê Ocalan de pêşeroja Tirkiye li Îmraliyê dîl hatiye girtin. (mae)