Gelê Wanê herikîn qada mîtîngê 2016-08-01 17:31:22 WAN (DÎHA) - Li Wanê welatî ji bo mîtînga "Ji darbeyê re na demokrasî niha" ya bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel pêk tê li Xaçeriya 2 Nîsanê kom bûn. Li Wanê welatî ji bo ji bo mîtînga "Ji darbeyê re na demokrasî niha" ya bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel a bi pêşengiya HDP, DBP, KJA pêk tê li Xaçeriya 2 Nîsanê kom bûn. Li qada mîtîngê pankarta "Em li dijî darbeyê azadiya xwe diparêzin" hate daliqandin. Herikîna welatiyan a li qadê berdewam dike û li qadê coşeke mezin heye. Li qadê hunermend stranan dibêjin û welatî govendê digerînin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Ciwan fedaiyên Apo ne" "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" "Em ê jiyana bê Ocalan bi serê we de xira bikin" "Bê serok jiyan nabe" tên berzkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê ji aliyê parlamenterên HDP'ê Nadîr Yildirim, Selma Irmak û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de ve dê li Westanê bên pêşwazîkirin. Piştre dê derbasî qada mîtîngê bibin. Mîtîng dê bi axaftina Yunus Pîrîm ê ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê ve ye dest pê bike. (sa)