'Rapor zewacên zarokan rewa dike' 2016-05-26 09:22:15 MÊRSÎN (DÎHA) - Hiqûqnasên li Mêrsînê diyar kirin ku rapora Komîsyona Lêkolînkirina Hevberdanê ya AKP'ê di meclîsê de ava kiriye, amade kir dê zewacên bi zorê û zewacên zarokan zêdetir bike û û wiha gotin: "Li gorî vê raporê dewlet êdî di hundirê malê de heta di odeya razanê de ye. Rapora ku bi zimanê mêr hatiye nivîsandin zewacên zarokan rewa dike." Li hemberî rapora ku Komîsyona Lêkolînê ya Bûyerên Hevberdanê û Bûyerên Bandora Neyînî li Yekîtiya Malbatê Dike" ya li meclîsê hate ava kirin amade kir nerazîbûn didome. Hiqûqnasên li Mêrsînê jî li hemberî raporê nîşan dan. Parêzer Nesrîn Gozen Bîlek diyar kir ku mijara ku bûye hinceta lêkolînkirina hevberdanan ji ber zêdebûna hevberdan û parastina malbatê ye, di amadekirina raporê de jin û zarok esas nehatine girtin û parastina malbatê hatiye esas girtin. Bîlek wiha axivî: "Bingeha pirsgirêkên jinan a di nava civakê de ji ber vê nêrîna cuda ye. Dewlet şexs na malbata ku wekî dewleta biçûk dibîne li pêşiya jinan digire." Bîlek destnîşan kir ku di dozên şîdet, cînayet, tacîz û tecawiza li dijî jinan de divê rêxistinên jinan mudaxil bin û ji bo vê yekê guhertina qanûnan di pêvajoya darizandinê de bihêle ku jin xwe xurtir hîs bikin, ji bo vê yekê pêwîst e. 'Dewlet di nava malbatê de ye Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û parêzera Ozgecan Aslan, Sevîm Kuçuk jî diyar kir ku amadekirina raporeke bi vî rengî zewacên zarokan dê rewa bike û qanûnî bike, ji ber vê yekê jî nayê qebûlkirin. Kuçuk got ku di raporê de malbat tê parastin ev jî ol referans tê girtin û tê parastin.Kuçuk nirxandina "Li gorî vê raporê êdî dewlet di hundirê malbatê de heta li hundirê odeya razanê ye" kir. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrsînê Burcu Duzen Gurler jî bilêv kir ku rapor bi zimaneke mêr hatiye nivîsandin mînakên ku hatine dayîn li ser mexdûrbûna zilaman hatiye dayîn. Gurler anî ziman ku tespîtên wekî "rewşa civaka me, kevneşopî û edetên me" di raporê de hatiye kirin li dijî Peymana Stenbolê ye, bi vî raporê re zewacên bi zorê û bûkên zarok dê zêde bibin. Gurler da zanîn ku di bin navê başkirinê de mafên ku hatine qezenckirin tune tên hesibandin. (sa)