'Jinên kurd dê hesabê Remziyeyê bipirsin' 2016-05-21 09:43:17 WAN (DÎHA) – Jinan diyar kirin ku der barê qetilkirina Remziye Bor a ducaniye 7 mehî bû û ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin, piştî 28 rojan jî jiyana xwe ji dest da de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û kujer dest û piyên xwe ba dikin û li kolanan digerin. Jinan anîn ziman ku jinên kurd dê vê yekê ji bîr nekin û hesabê qatlîamê bipirsin. Li dijî qetilkirina jina bi navê Remziya Bor a ku ducaniya 7 mehî bû ji aliyê polîsan ve li mala xwe hate gulebarankirin û piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da rêxistinên jinan û civak nerazîbûnê nîşan dide. Jinan diyar kirin ku wekî di gelek bûyerên qetilkirina jinan de kujerên Remziye Bor jî dest û piyên xwe ba dikin û digerin. Jinan xwest raya giştî bihistiyar bin û nerazîbûnên xwe bidomînin. Encama polîtîkaya tunekirinê ye Seroka Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe diyar kir ku ev hedefgirtina jiyana kurdan e. Ozgokçe da zanîn ku kuxtinên jinan, operasyonên qirkirina siyasî û rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê bi hevre girêdayî ye û nirxandina "Ev encama polîtîkaya tunekirin, asîmîlekirinê ya dewletê ye" kir. Ozgokçe anî ziman ku li Sûr, Cizîr, Gever û Wanê hedefgirtin û qetilkirina jinan encama vê polîtîkayê ye. Kujerê Remziyeyê li derve digerin Ozgokçe slogana esasî ya jinan a "Jin, jiyan, azadî" bi bîr xist û nirxandina xwe wiha bendewam kir: "Jin bi rastî jî jiyan e. Berdewamî ye. Dewlet ji ber vê yekê jinên kurd hedef digire." Ozgokçe got ku Bor a hate qetilkirin ducaniya 7 mehî bû wiha axivî: "Hîskirina wê zarokê, lê nedîtin û bi vî rengî jiyana xwe ji dest dayîn pir bi êş e." Ozgokçe herî dawî got ku li welatê ku kujerên jinan li derve digerin, kujerên Remziye Bor nedîtin û li derve mayîna wan jî tiştekî ku mirovan matmayî dihêle nîne. 'Jin dê ji bîr nekin' Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Ûmran Kurt jî diyar kir ku qetilkirina Remziye Bor gelek bardor li ser wê jî kiriye û jin dê tu caran dev ji berxwedanê bernedin. Kurt wiha got: "Der barê kujeran du ku lêpirsîn jî nehat vekirin. Lê çi pêwîst be ji bo vê yekê em ê bikin." Kurt got ku heke weke jin li dijî şîdetê bêdeng bimînin dê zêdetir bibe. 'Em bêdeng namînin' Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gûlîstan Orhan jî bi gotina "bi ser mala jineke de tê girtin û tê qetilkirin divê em li dijî vê bêdeng nemînin" nerazîbûna xwe anî ziman. Orhan li dijî nedarizandina kujeran jî nerazîbûn nîşan da û banga bihistiyariyê li raya giştî kir. (sa)