‘Bêdengiya li hemberî tacîzkaran tacizê sor dike' 2016-05-21 09:41:34 MANÎSA (DÎHA) – Karker Zuhal Guneş a li kargeriyê rastî tacîzê hat û 84 rojan çalakî pêk anî, çalakiya wê bi ser ket. Guneş, anî ziman ku her jin di nava civakê de bi tacîz û tacîzkaran re rû bi rû ye û wiha got: "Gelek kesên rastî tacîzê tên bêdengiyê tercîh dikin, Lê ez bêdeng nemam. Her ku bêdengî zîde be ew qas tacîz û tecawiz jî zêde ye. Çareseriya li hemberî tacîz û tacîzkaran qêrîn û qêrîn e. Divê her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin." Li şîrketa Valfsel a Armatur A.Ş. ya li Herêma Pîşesaziya Organîzê ya Koma Elginkanê karkera 48 salî Zuhal Guneş, di 19 'ê Sibatê de rastî tacîza Midûrê Giştî yê Şirketê Huseyin Orhan hat. Guneş, piştî rastî tacîzê hat li ber deriyê kargeriyê dest çalakiyê kir. Guneş, piştî çalakiya 84 rojan bi ser ket. Şeker ewil seri li dozgeriyê da, lê dozgeriyê bi bihceta delîl tune biryara bêşopandinê da. Şeker ev yek îtîraz kir û serî li 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya manîsayê da. Heta ku îtîraza Şeker hat qebûlkirin 84 rojan li ber deriyê fabrîqeyê çalakî pêk anî. 2'emîn Dadgeha Suhl Ceza der barê Orhan de biryara darizandinê da. Têkoşînê serkeftin anî Guneş, anî ziman ku 25 salin di fabrîqeyê de wekî Sekretera giştî dixebite û di 19'ê Sibatê de rastî tacîza Midûrê Giştî Huseyin Oran hat. Guneş, da zanîn ku têkildarî tacîzê ewil serî li rêveberiya jor a fabrîqeyê da û xwest der barê wî de ceza bê dayîn. Guneş, destnîşan kir ku li gel serlêdanê rêveberiya fabrîqeyê tu lêpirsîn ker û wê vê carê serî li Dozgeriya Komarê ya Manîsayê da. Guneş, da zanîn ku ji ber wê serî li dozgeriyê da 4 hefteyan rastî mobingê hat. Guneş, da zanîn ku piştî 4 heftiyan ji kar hat avêtin û wê jî dest bi çalakiyê kir. ’Têkoşîna 85 rojan dê tacizkar bidarizîne' Guneş, da zanîn ku piştî ji kar hat avêtin û şûnde 85 rojan li ber kargeriyê dest bi çalakiyê kir û piştî têkoşîna 85 rojan 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Manîsayê der barê tacîzkar de doz vekir. Guneş, da zanîn ku têkoşîna wê ya li hemberî vê tacîz û tecawizkaran dê bibe mînak. Guneş, anî zaman ku li Tirkiyeyê bûyerên tacîz û tecawizê gelek zêde ne û divê her kes li hemberî tacîz u tecawizan dengê xwe bilind bikin." Guneş, xwest li hemberî tacîz û tecawizê bêdeng nemînin û her dem têkoşîn serkeftinê tîne û wiha got: "Bêdengî tacîz û tecawizê rewa dike, rê li pêş vedike. Lê têkoşîn wê tune dike û rê li pêş digire." (mae)