13:04 11/8/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji bo çêkirina Makezagona nû ya ji bilî HDP'ê; AKP, CHP û MHP beşdarî hevdîtinê wê dibin bertekên xwe nîşan dan û got, bi vî awayî dixwazin Makezagona 1924'an a ku li ser asasê rûhiyeta tekbûyînê hatiye avakirin ji nû ve rojane bikin.
|
09:11 09/8/2016 |
|
Hevparên HDK'ê yê Stenbolê daxuyand ku eniya "yekîtiya neteweyî" ya li dora Qesrê kom bûne û pêdivî bi bloka demokrasiyê û îradeya wî heye.
|
15:52 08/8/2016 |
|
HDP ji Serokwezîr Bînalî Yildirim 21 akamîsyenên Zanîngeha Anadolûyê yên ji ber belavoka "Em dê nebin hevparê vî sûcî" îmzekirin û ji peywirê hatin dûrxistin, pirsî.
|
15:22 07/8/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Mêrsînê bi berdevkên partiyan re hatin gel hev, diyar kir ku piştî hevkariya ku ji hêla AKP'ê ya li dijî kurdan hatibû avakirin belav bû, niha li pey nijadperestan e û ev tişt got: "Bi şova li Yenîkapiyê rojê derbas ikin. Lê dê ev jî zêde nejo, di demek kurt de ev ê jî belav be. Riya wan dê li Yenîkapiyê bi dawî bibe."
|
21:53 06/8/2016 |
|
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven beşdarî mitînga li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan bû û wiha got: "Azadiya Ocalan azadiya jina kurd e. Heta Ocalan azad bibe ew dê her dem li qadan bin."
|
12:28 06/8/2016 |
|
Kongreya Civaka Demokrotîk (KCD) Civîna xwe ya Giştî ya serdema navîn pêk anî. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku balafirên ku baçar, çiya û deştên Kurdistanê bombe kirin ji Amedê rabûn û çûn Enqere bombe kir û wiha got: "Hûn çi biçînin, hûn dê wî biçinin. Di wextekî ku jiyana Erdogan û Serokwezîr Bînalî di talûkeyê de ye, gotina Wezîrê Dadê ya 'Rewşa Ocalan baş e' me tatmîn nake. Heta em agahî ji Ocalan bigirin û Ocalan azad bibe em bê bêtir derkevin kolanan. Êdî sebra me ya li hemberî tecrîdê nema.
|
09:08 05/8/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bertek nîşanî Zagona Torbe ya ji hêla AKP'ê ve pêşkeşî meclisê hat kirin da û aşkera kir ku AKP dixweze bi vê riyê dest dayne ser şaredariyên DBP'ê. Tuncel aşkera kir ku dê gel destûrê nede kesên ji hêla Wezareta Navxweyî ve tên peywîrdar kirin û got dê gel li cihekî din şaredariya xwe ava bike.
|
15:34 03/8/2016 |
|
Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku wan berî darbeya 15'ê Tîrmehê gelek caran hişyariya "Darbe" kir û ev darbe berdewama hiqûqa darbeyê ye. Bîlgen, anî ziman ku ji bo civak îkna bibe divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin.
|
14:03 03/8/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, li Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku wekî DBP'ê her dem ji bo mafê azadî û demokrasiyê têkoşînê didin û wiha got: "Her çend li dijî projeyên me yên demokrasiyê êrîş hebin jî em dê têkoşîna wan heta dawî bidin. Em dê her dem li dijî darbeyan têbikoşin. Heta Ocalan ji Îmraliyê azad bibe em dêtêbikoşin. Ev pirsgirêka Tirkiye ye. Pêrjeroja Tirkiye di Îmraliyê de dîl hatiye girtin.
|
21:28 01/8/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di mîtînga li Edeneyê de diyar kir ku di serdema 2,5 salên hevdîtan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ew qas şer û kuştin çênebû û kengî li Îmraliyê tecrîd pêk hat şer zêde bû û herî dawî darbe pêk hat. Yuksekdag, destnîşan kir ku ew dixwazin disa welat li ser qada demokratik ava bibe û tecrîd bi dawî bibe.
|
20:23 01/8/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di mîtînga Wanê ya bi deh hezaran kes beşdar bû de diyar kir ku pergal û feraseta darbeyê hêj xwa di parêze. Tuncel, bilêv kir ku zilm bi zilmê, çareser nabe û wiha got: "Piştî darbeyê AKP, CHP û MHP bûn yek û eniyek nijadî ava kirin û ev dê bêtir pirsgirêkê kur bike. Em dibêjin çareserî demokrasiya radîkal e. Em dibêjin dê têkoşîna jin û ciwanan a li dijî faşîzmê û azadiya Ocalan aştiyê bîne. "
|
17:31 01/8/2016 |
|
Li Wanê welatî ji bo mîtînga "Ji darbeyê re na demokrasî niha" ya bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel pêk tê li Xaçeriya 2 Nîsanê kom bûn.
|
14:17 01/8/2016 |
|
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu û Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleya Xirab û Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku peywîra xwe bîne cih.
|
09:26 01/8/2016 |
|
AKP û Erdogan hewldana darbeyê hince dide nîşandan û di sistemê de li gorî berjewendiyên xwe guhertinan pêk tîne, HDP dixwaze sîstem bi awayeke demokratîk bê veguherandin, CHP jî dixwaze ev veguherandin bi awayeke lihevkirinê pêk bê. Jibilî vî CHP'ê îdiayên de barê guhertina sîstemê de "Li Beştepeyê lihevkirin pêk hatiye" derewand û dixwaze MÎT û Serfermandariya Giştî bi meclîsê ve bên girêdan.
|
20:10 31/7/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di mîtînga Amedê de diyar kir ku ew li hemberî hemû darbeyan in û wiha got: "Em dixwazin dîsa muzakere dest pê bikin. Girtîgeha Îmraliyê ji holê be rakirin. Îro asta ku em gihiştinê gelê kurd ji her demê bêtir bi hêz e û ji her demê bêtir bibawerî û biryar e.
|
09:02 31/7/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Rihayê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan, diyar kir ku îktîdara AKP'ê pêvajoya muzakere û diyalogê wekî "koz" û "mijûlkirinê" bikar tine û wiha got: "Ji ber ku ev pêvajo hatiye xitimandin di nava salekê de gelek welatî hatin qetilkirin. Gelek bajar ji ber şer hilweşiyan. AKP'ê ewil şer li Îmraliyê da destpêkirin û li Kurdistanê belav kir. Ji bo aşti û çareseriyê jî divê beri her tiştî tecrîd rabe û muzakere dest pê bikin.
|
16:15 28/7/2016 |
|
HDP'ê bi boneya jiyanek li ser bingeha nasname azad, demokratîk û wekhev, ekolojîk pêş bikeve xwest Komîsyona Komara Demokratîk bê avakirin. HDP'ê ji bo daxwaza wê têkeve meriyetê pêşniyarnameya zagonê da meclîsê.
|
13:37 28/7/2016 |
|
Navenda Giştî ya DBP'ê bi daxuyaniyekî kumkujiya li Qamişloyê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin şermezar kir. DBP'ê bang li qada navneteweyî kir ku xwedî li gelê kurd ê Rojava û Qamişloyê derkevin.
|
16:35 27/7/2016 |
|
Dê bi beşdariya hevserokên HDP'ê mitînga "ji derbeyê re na, demokrasî a niha" bên lidarxistin. Dê starta mitîngan li Dersimê bê dayîn û li 8 bajaran pêk bên.
|
09:08 27/7/2016 |
|
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan da zanîn ku gelek fermandarên ku hewl dan derbeyê pêk bînin, ew leşkerên ku li ser fermana AKP û Erdogan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê mirov bi zindî şewitandine, bajar bi tevahî rûxandine û aşkera kir ku ew dê daxwaz bikin ku ev leşker bên darizandin.
|