DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

12:21 14/10/2016
 
Li Tendurekê pevçûn: Gelek leşker mirin
Di çarçoveya operasyona ku beriya hefteyekê li Çiyayê Tendurekê hatibû destpêkirin de bi balefirên F-16 gelek herêm tên bombebarankirin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di pevçûnên derketine de herî kêm 26 leşker û cerdevanek mirine.
12:08 14/10/2016
 
Li Antalyayê êrîşa bi roket
Li hemberî Stargeha Balikçi ya li ser riya Antalya-Kemerê êrîşa bi roket pêk hat.
11:51 14/10/2016
 
3 kes li Amedê hatin girtin
Ji 4 welatiyên li navçeya Farqînê hatibûn binçavkirin jê 3 kes hatin girtin.
11:45 14/10/2016
 
Li çoltera Semsûrê şer
Li çoltera bajaroka Komirê ya Semsûrê di şerê qewmî de hate hînbûn ku çawişekî pispor birîndar bûye.
11:45 14/10/2016
 
Jinên girtî li dijî şîdeta zayendî hucreyên xwe dan ber agir
Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimînin ji bo şîdeta zayendî ya gardiyanên zilam şermezar bikin hucreyên xwe dan ber agir.
11:37 14/10/2016
 
Qeyûm parêzer ji kar derxist
Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin Abdulkadîr Guleç ê ku parêzeriya şaredariyê dike ji kar derxist.
10:55 14/10/2016
 
Hevşaredara Pîranê hat binçavkirin
Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr hate binçavkirin.
10:42 14/10/2016
 
4 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin
Li gundê Setkar ê Elkê di serdegfirtina malan de 4 welatî bi heqaret û derbkirinê hatin binçavkirin.
10:42 14/10/2016
 
Bombe bi maşîna leşkerî de teqiya
Li Elbakê dema konvoya leşkerî ber bi qereqola sînor ve diçû teqînek pêk hat û di qetînê de 2 jê giran 8 leşker birîndar bûn.
10:37 14/10/2016
 
Dema operasyona Mûsilê diyar bû
Endamekî Meclîsa Wîlayeta Mûsilê aşkera kir ku Serokwezîrê Iraqê bi aliyên peywendîdar ên ji bo operasyona Mûsilê re civiyaye û dema rizgarkirinê diyar kiriye.
10:24 14/10/2016
 
Li Şemzînanê teqîn pêk hat
Li nêzîkî Qereqola Garê ya Şemzînanê dema derbasbûna maşîneyê zirxî yên leşkerî teqîn pêk hat û di teqînê de gelek leşker birîndar bûn.
10:22 14/10/2016
 
Ji geveriyan banga piştevaniyê
Welatiyên ku li Geverê malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin ji ber ku ziviztan a 7 mehan didome tê bi fikar in. Welatiyên ku ji ber malzeme kêm in nekarîn malên xwe bi temamî çêbikin, banga piştevaniyê kirin.
10:05 14/10/2016
 
Geliyê Zîlan warê şîfayê ye
Li navçeya Erdîşa Wanê Geliyê Zîlan ji ber cureyên nebat û gihayên dewlemend û germavên li ser sînga wê wekî warê şîfaya xwezayî tê zanîn. Ji ber van germavên ku ji gelek nexweşiyan re dibe derban gelek welatî tên li vir derman dibin.
09:35 14/10/2016
 
2 gundên Tetwanê hatin qedexekirin
Li 2 gundên Tetwanê, piştî êrîşa li dijî nokteyên polîsan "Qedexeya derketina kolanan" hat ilankirin.
09:35 14/10/2016
 
Malbata Berîtan a jahrînî bû glî kir
Malbata Berîtan Hacioglu ya 6 salî ku li dibistanê ji ber xwarina şîrketa taybet jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, gliyê Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê, Nexweşxaneya Dewletê û Şîrketa xwarinê ya Agri Dagî li Dozgeriya Komarê kir û xwest bên darizandin.
09:17 14/10/2016
 
Berê xwendekaran didin cemaetan
Xwendekaran diyar kirin ku ji ber ku li yurdên dewletê gelek qerebalix in, yurdên ku ji cemeatê hatine desteserkirin hîbeyê cemaetê din hatine kirin û bi vî rengî dewlet xwendekaran mecbûrî cemaetan dike.
09:16 14/10/2016
 
Qeyûmê Silopiya xebatkarên çand û ziman ji kar derxistin!
Qeyûmê Silopiya 4 mamosteyên çandê û zimanê kurdî ji peywirê girtin. Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz bertek nîşanî qeyûm da û wiha got: "Dibe ez ji peywirê hatibim girtin lê ez ê li her kuçeyên Silopiya dersa ziman bidim gel."
09:15 14/10/2016
 
Qeyûm li pişt camên gule derbas nake xwe vedişêre
Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, camên ku guleyan derbas nake li odeya xwe kir.
09:14 14/10/2016
 
Rihayî ji ber kelmêş û mêşlokan nizanin dê çi bikin
Li Rihayê welatî ji xebatên dermankirina kelmêş û mêşlokan ên Şaredariya AKP’î ya Eyûbiyeyê nerazîne.
09:13 14/10/2016
 
Taxa dîrokî bûye qurbanê veguherîna bajêr
Li Rihayê Taxa Yakûbiyeyê ya ku di nav Penava Gola Masiyan de cih digire, bûye qurbanê “Veguherîna bajêr”. Ji ber vê veguherînê nêviyê taxê hatiye rûxandin û nayê zanîn dê nêviyê wê yî din bibe çi.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN